HDP’ê êrîşa nijadperestî ya li Zelanda Nû şermezar kir

Partiya Demoratîk a Gelan (HDP), ‘Êrîşa nijadperestî’ ku roja Înê li Zelanda Nû pêk hatibû, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniya ku li ser navê hevserokên giştî yên HDP’ê Pervin Buldan û Sezai Temelli hatî kirin de hat gotin, “Em êrîşa nijadperest a lihemberî mizgefta ku li bajarê Christchurch a piraniya xwe misilman in, pêk hatiye bi tundî şermezar dikin.  Ji malbatên qurbaniyan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazinî. Ev êrîş metirsiya herî berbiçav a faşîzm û nijadperestiyê nîşan dide. Ev êrîş encama polîtîkayên desthilatdaran ku di navbera civakan de cihêkariyê pêş dixin de pêk hatiye û ne tenê pirsgirêkeke civakî, di heman demê de jî siyasî ye jî.

Yekane çareseriya vê jî ew e ku ziman û polîtîkayeke hemû çand, bawerî  û nasnameyan bi biratî li ba hev bijîn, bê pêşxistin. Ji bo vê jî divê têkoşîna demokrasiyê bê pêşxisitn ku dawî li vê hişmendiya nijadperest bê. Lewre em bang li her kesî dikin ku li dijî nijadperestiyê dengê xwe bilind bike, têkoşîna demokrasiyê pêş bixe.”