HDP'ê êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kir

HDP'ê komkujiya ku balafirên şer ên Tirk li Şengalê kir şermezar kir û ragihand, AKP bi polîtîkayên şer ên bi vî rengî nikare welêt ji nava krîza aboriyê derxîne.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hikumeta AKP'ê hemû polîtîkayên xwe yên rê li ber krîzê vedikin didomîne. Yek ji sedemên krîzê polîtîkaya şer û şîdetê ye û di vê polîtîkayê de israr dike. Bi rêya polîtîkaya şer dixwaze bala civakê ji ser krîza aborî bibe. Bi sorkirina neteweperestî û dijminatiya li biyaniyan, dixwaze pêşî li nerazîbûna gel bigire."

'DESTPÊKÊ DAÎŞ'Ê KOMKUJÎ KIR, NIHA JÎ AKP DIKE'

Rêveberiya HDP'ê êrîşa bi balafirên şer a 15'ê Tebaxê li Şengalê hate kirin weke êrîşa li dijî civaka Êzidî bi nav kir û wiha dewam kir: "Gundê Koço yê ser bi Şengalê ku bû hedefa êrîşê, navenda komkujiyê bû ku DAÎŞ'ê sala 2014'an li civaka Êzidî kir. DAÎŞ'ê ku 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî Şengalê kir, komkujiya herî mezin li gundê Koço kir. DAÎŞ'ê hemû mêrên li gund kuşt û jin jî weke 'ganîmeta şer' êsîr girt. Êrîşa ku bi balafirên şer di salvegera komkujiyê de hate kirin, bi ti awayî ne rewa û ne mafdar e."

'TIFAQA DIJ BI KURD'

HDP'ê bi bîr xist ku êrîş piştî hevdîtina bi hikumeta Iraqê re hatiye kirin û destnîşan kir, ev yek nîşan dide ku tifaqa dij bi Kurd û statukoparêz a li Rojhilata Navîn dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, feraseta ku dixwaze bi polîtîkayên şer pirsgirêkan çareser bike, sedema bingehîn a krîz û kaosê ye û hate gotin, ev êrîş dewama Fermana 73'an a Şengalê ye.

HDP'ê bi bîr xist ku li Şengalê 90 hezar sivîl hene û diyar kir ku bi asayîbûna jiyanê re Êzidî li cih û warê xwe vedigerin û ev mirov ji xwe re jiyaneke nû ava dikin."

'BI POLÎTÎKAYÊN ŞER NIKARIN JI NAVA KRÎZÊ DERKEVIN'

HDP'ê da xuyakirin ku AKP bi polîtîkayên şer nikare welêt ji nava krîza aboriyê derxîne û wiha dewam kir: "Em ne mecbûrî şer, şîdet, krîz û polîtîkaya kaosê ya desthilatdariyê ne. Bi navê HDP'ê em bi rengê herî xurt vê êrîşê şermezar dikin û dixwazin destnîşan bikin ku bi polîtîkayên şer ti pirsgirêk li herêmê çareser nabin, berevajî wê pirsgirêk girantir bibin."