HBDH: Giyanê berxwedana Efrînê wê komployê têk bibe

Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî (HBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku di salvgera 19’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de her her kes bi giyanê berxwedana Efrînê derkeve kolanan û bersiva herî karîger a li dijî komployê ev e.

Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî HBDH’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got komplo bi berxwedana gelê Kurd û PKK’ê bi asteke girîng hatiye pûçkirin. 

‘KOMPLO HATIYE PÛÇKIRIN’

HBDH’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku kompla bi hevkariya hêzên emperyalîst pêk hatiye, di dîroka têkoşînê de dewleta Tirk tim li dijî tevgera neteweya demokratîka Kurd her cure êrîş û rêbaza îmhayê daye xebitandin, ev komploya ku bi hevkariya dewletên emperyalîst û hevkariya dewleta Tirk li dijî Kurdan hatiye pêkanîn armanc kiriye ku têkoşîna azadiyê û sosyalîzmê ya gelan têk bibe û qirkirinê bibe serî.

HBDH’ê wiha got: ‘’Bi dîlgirtina Abdullah Ocalan hatiye armanckirin ku PKK were tasfiyekirin, li ser Kurdan qirkirinê pêk bînin û wiha têkoşîna şoreşger-demokrarîk-welatparêz were pûçkirin. Di serî de gelê Kurd, civaka şoreşger-welatparêz li dijî vê komployê bi biryardarî li ber xwe dane. Bi berxwedana mezin a derdorên civakê yên şoreşger-welatparêz, bi helwesta fedaî ya gerîla û zindanan ev êrîşa faşîsta a qirker hatiye pûçkirn, destkeftiyên neteweyî-demokrat hatine parastin, wiha hêviya berxwedana şoreşger a gelan hatiye parastin.’’

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE KOMPLOYÊ LI EFRÎNÊ NÛJEN BIKE’

HBDH’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de got, ‘’Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi êrîşa  ser Efrînê armanc dike ku komployê nûjen bike, dest li ser destkeftiyên gelê Kurd deyne, şoreşa Rojava bişkîneû wiha tecrûbeya şoreşger, sosyalîsta gelên me ku bi ked û berdêla mezin bi dest ve anîne pûç bike.

Çawa ku 1999’an bi gotina faşîsta a şowen û nîjatperest civaka Tirk li dor dewletê kom kiriin û berê wê dabine Kurdan, niha jî li ser heman rêbazê ne, li dijî gelê Kurd ê ku li Efrînê li ber xwe dide û li dijî vîna şoreşger rweşa giyanî ya faşîst û şowen civaka Tirk piv didin. Faşîzm û dijminatiya li gelan sûc e. Faşîzma TC’ê ji ber sûcên li dijî gelê me dike wê hesab bide.’’

BANG

HBDH’ê bang kir ku divê hemû derdorên şoreşger-demokratîk li dijî van polîtîkayên şowenîst û nîjatperest ên dewleta Tirk rawestin, civaka Tirkiyê divê li dor berxwedana Efrînê bibe yek û ji bo li dijî dagirkeriyê rawestin divê çaak bin û rêxistinî bin û got, ‘’Avakirina pergala azad û demokratîk a gelên me ne bi dagirkirina Efrînê lê bi helwesta dijî vê hişmendiya faşîst a emerperyal û êrîşkar pêkan e.

Em bang li ciwanên Tirkiyeyî û Kurdistanî dikin ku li dijî faşîzma li ser Kurdan rabin, li dijî êrîşariya faşîst seferber bibin, çalakiya şoreşger geş bikin, kuçeyan zevt bikin û pêşengia şoreşger geş bikin.’’

‘GEŞKIRINA BERXWEDANA EFRÎNÊ BERSIVA HERÎ KARÎGER E JI BO KOMPLOYÊ’

HBDH’ê herî dawî got, ‘’Di salvegera 19’an de a komploya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  geşkirina berxwedaniya Efrînê bersiva herî karîger e ji bo komployê’’ û got li her deverê li dijî komploger, faşîst û dagrkeran divê hemû derfet werin bikaranîn, destek ji bo ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd were dayin û li her deverê bi giyanê Efrînê têkoşîn were geşkirin.

HBDH’ê daxuyaniya xwe wiha qedand: ‘’Em bang li şoreşger, demokrat, derdorên welatparêz, jin, kedkarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di salvegera 15’ê Sibatê de wêrektir û bi rengekî bi biryartir têkoşin, li dor berxwedana Efrînê bigihin hev û derkevin kolanan.’’