HBDH: Em ê hesabê yên ku me ji dest dane bipirsin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger ya Gelên Yekbûyî (HBDH) bi daxuyaniyekê Endamê Konseya Biryargeha HPG’ê Mahîr Atakan û hevalên wî ku 11’ê Tebaxê li Dersimê şehîd bûn, bi bîr anî.

HBDH’ê got, ‘’Hevrê Atakan ku ev çarîk sedsal e bi dîroka têkoşînê li qadên ku xebat kirî kiriye ku gel, hevrê û hevrêyên wî yên li mewziyan jê hez bikin, ji dema avabûna HBDH’ê ve li qadên ku xebat lê kirî,  bi rengekî kirdeyi ya têkoşîna yekbûyî hewldaneke mezin daye. Di pêkhatina Fermandariya Hevpar a Dersimê de bi çalakî cih girtiye. Hevrêyê me Atakan di Komîteya Rêveberiyê ya HBDH’ê de û di Fermandariya Hevpar de cih girtiye, di xebatên rêxistinî û çalakî yê HBDH’ê de xwedî kedeke girîng e.

Demên ku êrîşên faşîzmê pir dijwar bûn, bi helwesta xwe ya milîtanî ku xwe dida ber peywirên herî dijwar, hevrê Atakan ji gerîlayên bi fermandariya wî re bûye mînak, bi hêlên xwe yên dijminê reşbîniyê, dahurîner, hilberîner, ji kûr ve nirxandina probleman û di nav pratîkê de tim xwe nû dikir, bi helwesta xwe ya gihiştî, dilnizm fermandarekî pêşeng bû.’’

HBDH’ê herî dawî got, ‘’Sonda me ya li hevrêyan, bila dîroka şahide me be, em ê faşîzmê têk bibin û hesabê yên ku me ji dest dane teqez bipirsin.’’