Hamzaoglû û Çelebî hatin girtin
Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû û Wekîla Seroka ESP’ê Fadîme Çelebî hatin girtin.
Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû û Wekîla Seroka ESP’ê Fadîme Çelebî hatin girtin.
Li dijî Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK) û hevgirtiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya Kongeraya Mezin a HDP’ê ya 3’emîn di 9'ê Sibatê de operasyon pêk hatibû û gelek kes hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan a dadgertiyê bi dawî bû.
Heyeta dadgehê piştî lêpirsînê di derbarê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû û Wekîla Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî de biryara girtinê da.
Heyeta dadgehê Hevberdevka Platforma Piştigiya Sosyalîst (SODAP)'ê Kezban Konûkçû, Hevserokên Partiya Kesk û Çep Nacî Sonmez û Eylem Tûncaelî, Hevserokê SYKP Ahmet Kaya, Alîkara HevserokêN Giştî yên HDP'ê Hacer Ozdemîr bi kontrola edlî serbest berda.