Nîqaşên li ser karên rêxistina îstîxbarata rejîma Erdogan MÎT'ê yên li Elmanyayê, gelekî zêde bûn. MÎT'ê, ku li Elmanyayê bi rêya saziya diyanetê ya li Elmanyayê DÎTÎB'ê, konsolosxane, şîrketên paravan û bankayên Tirk tevneke sîxuriyê daniye, piştî ku hate tespîtkirin ketiye nava yekîneyên polîsê Elman, yekîneyên ewlekariyê ketin nava liv û tevgerê.
Yek ji van sîxuran jî serkomîsera bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan e, ku dema li bajare Wîesbaden ê eyaleta Hessenê li beşa 'polîsên ahengiyê' kar dikir, derket holê ku têkiliyên xwe bi MÎT'ê re hene. Tê gotin, mîna Yazgan gelek sîxurên MÎT'ê di nava saziyên emniyetê yên Elman de hene. Tê texmînkirin ku yek ji van jî serkomîserekî bi eslê xwe Tirk ê li Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê ye.
SERKOMÎSERÊ DI NAVA TÎMA YENEROGLÛ DE!
Li gorî agahiyên ji hin çavkaniyên li eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) hatin wegirtin, yekîneyên ewlekariyê yên Elman têkildarî vî serkomîserî dosyayekê amade dikin. Li gorî lêkolîna ku ANF'ê kiriye, ev wezîfedarê emniyetê jî mîna Yazgan personelekî sereke yê DÎTÎP û saziyên AKP'ê yên li Elmanyayê ye, ku tevlî hemû çalakiyên AKP'ê yên li Elmanyayê dibe.
Her wiha tê gotin, ev serkomîser endamekî tîma parlamenterê AKP'yî Mûstafa Yeneroglû ye, ku ev şexs 'dest û milê' Erdogan ê li Elmanyayê ye. Serkomîserê navborî, ku bi qasî 10 sal in li Midûriyeta Emniyetê ya Kolnê dixebite, bi yekîtiya Îslamê ya Ewropra Tirk (ATÎB) re xwedî têkiliyeke xurt e, ku ATÎB mîna DÎTÎB'ê weke saziyeke MÎT'ê ya li Ewropayê ye.
Ev serkomîserê ku tevlî çalakiya 30. salvegera damezrandinê ya ATÎB'ê bû, li vir axivî bû. Di meha Sibatê de bi belgeyan eşkere bû bû, ku ATÎB'ê bi taybetî li Awûstûryayê ji bo rejîma Erdogan karê sîxuriyê kiriye.

BERÊ CIWANÊN TIRK DIDE POLÎSIYÊ!
Xaleke din a ku di dosya vî serkomîserî de balê dikişîne ew e, ku tevlî çalakiyên Mîllî Goruşê dibe, ku ev rêxistinbûn ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ve tê şopandin. Ev serkomîserê ku navê wî nayê eşkerekirin, herî dawî tevî konsolosê Kolnê û endamên MUSÎAD'ê par tevlî xwarina fitarê ya Mîllî Goruş a li Kolnê bû.
Taybetmendiyeke din a vî serkomîserî ew e, ku bi israr hewl dide ciwanên bi eslê xwe Tirk ên li Koln û derdora wê dijîn, bike polîs. Di salên dawî de, bi pêşengiya vî wezîfedarê emniyetê û bi desteka konsolosxaneya Tirk, ji bo ciwanên Tirk bikin polîs çalakiyên agahdarkirinê yên bi Tirkî tên lidarxistin.
Çend roj berê agahî gihîştibû ber destê çapemeniyê, ku li gorî vê agahiyê MÎT'ê hewl daye bikeve nava îstîxbarata Elman. Plana MÎT'ê ya ji bo bikeve nava îstîxbarata Elman wiha bû: Wê bi rêya serlêdanên ji bo kar, biketa nava Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a ku navenda wê li Kolnê ye. Vê saziya îstîxbaratê xwestibû personelên nû bigire û balkêş bû ku di nava kesên serlêdan kirin de gelek ciwanên bi zimanê Tirkî daxivîn hebûn. Derketibû holê ku beşek ji van bi MÎT'ê re têkildar in.
SERDEGIRTINA NAVENDA CIVAKA DEMOKRATÎK A KURD A LI KOLNÊ ORGANÎZE KIR
Ev serkomîser, di serdegirtina par a li hemberî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ketibû rojevê. 10'ê Nîsana 2016'an, çeteyên ser bi desthilatdariya Erdogan xwestibûn bimeşin, lê Kurdan û demokratan pêşî li vê girtibûn. Piştre Kurd û dostên wan pê hesiyan ku faşîstên Tirk wê êrîşî NCDK bikin û li ser vê yekê li NCDK li hev civiya bûn.
Lê belê bi rengekî balkêş, polîsê Elman dor li kolana ku komele lê ye girtibûn, nehiştin kes bikevin kolanê û jê derkevin û xwest bavêjin ser komeleyê. Polîsan dixwestin li komeleyê lêgerînê bikin û nasnameya mirovan kontrol bikin. Lê belê rêveberên komeleyê li ber polîsan rabûn. Li ser vê yekê, ev serkomîserê navborî derkete holê. Ev wezîfedarê emniyetê yê bi eslê xwe Tirk bi rêveberên komeleyê re nîqaş kir, hewl da wan îqna bike, lê bi ser neket.

FERMAN DA KU DIJBERÊN ERDOGAN TESPÎT BIKIN
12'ê Mijdara 2016'an jî bi navê "Na ji dîktatoriyê re, Erê ji demokrasiye re" li bajarê Kolnê li dijî desthilatdariya Erdogan mîtîngek hate lidarxistin. Polîsan piştî vê mîtîngê xwestin mirovan kontrol bikin û nasnameya wan tespît bikin. Xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî vê hewldana polîsan dan. Tê gotin, ku yê ferman daye ku xwepêşandêran tespît bikin û navê wan qeyd bikin, ev serkomîser e.
Balkêş bû, polîsê Kolnê wê rojê bi rêbazeke cuda xwestibûn nûmara li xwepêşandêran bike û bi vî rengî nasnameya wan qeyd bike. Nûmara didan xwepêşandêran û polîsekî din jî wêneyên wan dikişand.
'4 POLÎSÊN SÎXUR KETIN BER LÊPIRSÎNÊ'
Balkêş e heta niha niha li ser karên sîxuriyê yên MÎT'ê li Elmanyayê, hê yekîneyên ewlekariyê yên leman û hikumeta Merkel ti daxuyanî nedane.
ANF ev çend roj in li ser mijarê nûçeyan diweşîne. Piştî weşandina van nûçeyan, hin trolên AKP'ê li medya civakî dest bi parastina Dondu Yazgan kirin. Ev twîta tronelî bal kişand: "4 polîsên bi eslê xwe Tirk ên li Elmanyayê, bi hinceta ku sîxur in ketine ber lêpirsînê. Komîsereke jin ji wezîfeyê hatiye girtin."