Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê 15'ê Sibatê dikevin greva birçîbûnê

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku wê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî bikevin greva birçîbûnê ya 3 rojan.

Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, Denîz Kaya bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kaya bi bîr xist ku 15'ê Sibatê ji bo gelên Kurdistanê weke rojeke reş tê dîtin û destnîşa kir ku berxwedana 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li zindana Îmraliyê hem komploya naneteweyî pûç kiriye, hem jî bûye navê biryardariya azadiyê.

Di daxuyaniyê de, di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' Halît Oral, Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî, Serdar Arî, Elefterîa û Viyan Soran de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn û careke din lenet li komploya navneteweyî hate anîn.

Kaya got, "Em ê bi berxwedana xwe nîşan bidin ku tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin û di her şert û mercî de em ê li ber xwe bidin."

'ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ DEWAMA KOMPLOYÊ YE'

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hate kirin û hat gotin, "Hewldana dagirkirina Efrînê ku dewama komploya navneteweyî ye, bêçaretiya hesreta li serketinê ye. Gelê Kurd ku reh berdaye nava vê axa qedîm, bi berxwedanê bûye yê xwe. Hêzên ku hewl didin Kurdan tasfiye bikin, wê bi xwe tasfiye bibin. Gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û qirker û li dijî çeteyên dewleta Tirk gelekî berxwedêr e. Hêza xwe ji axa xwe, ji roj, nirxên xwe yên pîroz, bawerî û rastiya xwe digire."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî hemû nirxên Kurdan û hat gotin, "Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê em ê li ber faşîzmê ti carî serî netewînin û tevî gelê xwe li ber xwe bidin."

JI BO GEŞKIRINA BERXWEDANÊ BANG HATE KIRIN

Kaya destnîşan kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, hewldana dagirkirina Efrînê, ferzkirina kincên ji yek rengî, zext, zilm û êşkenceyê weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ew xwedî helwestekê ne û ji bo hişyarkirinê, di salvegera komploya navneteweyî de roja 15'ê Sibatê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, eger êrîşên faşîzmê girantir bibin ew ê jî asta berxwedana xwe bilindtir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û mirovên pêşverû yên demokratîk, bang li rewşenbîran ahte kirin ku li dijî faşîzmê bibin yek û têkoşînê geş bikin.