Girtiyên DKP'î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin

Girtiyên ji doza DKP/BOG Mehmet Yozcû û Efe Çatalbaş ku 1'ê Adarê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin, dan xuyakirin ku wan çalakiya xwe kirine greva birçîbûnê ya 'bêdem-bêdorveger'.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê dest pê kir, bi beşdariya nêzî 7 hezar girtiyan didome. Herî dawî Zulkuf Gezen bi çalakiya fedayî nîşan da ku encamên gengaz ên berxwedanê çi be.

Girtiyên ji doza DKP/BOG'ê yên li Girtîgeha Sîlîvriyê Mehmet Yozcû û Efet Çatalbaş ku 1'ê Adarê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin, di roja 20'an a çalakiya xwe de ragihandin ku wan çalakî veguherandine greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. Girtiyan bi rêya xizmên xwe daxuyanî dan û gotin, "Me bi îradeya xwe ya şoreşgerî û bi berpirsyariya dîrokî ya li pêşberî çîna karker û gelên bindest ev biryar wergirtin. Bîr û baweriya me ew e ku yekane rêya serketina li dijî faşîzmê, têkoşîna yekbûyî ye. Ji ber vê yekê em hêzên şoreşger ên Tirkiyeyî yên ku çarenûsa xwe û ya gelê Kurd bi hev re girêdane silav dikin.

Di rêya wan a şoreşa yekbûyî de berdêlên giran hatin dayin, gelek hevrê tevlî karwanê nemiran bûn. Ji ber vê yekê berpirsyariya me ya şoreşgerî ye ye ku li qada zindanê jî em destekê bidin berxwedana gelê Kurd. Lewma em pêvajoya ku me ji bo piştgiriyê dest pê kir, vediguherîne hevgirtina berxwedan û serketinê. Heta ku gelê Kurd azad nebe, çîna karker, jin û ciwanên Tirkiyeyê nikarin ji tecrîdê rizgar bibin. Em dawî li tecrîda faşîst bînin. Em ê bi teqezî bi ser bikevin."