Girtiyê nexweş Menderes Leyla 20 roj in di grevê de ye

Girtiyê nexweş Menderes Leyla ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye, bi rêya hevdîtinê ragihand ku 20 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Girtiyê nexweş Menderes Leyla ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye, bi rêya kesên hevdîtin pêre kirî ragihand ku ji 25’ê Sibatê ve bi daxwaza rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Leyla bi rêya wasiyê xwe ragihand ku li ser navê Çep a Şoreşger (DEV-SOL) ketiye grevê û têkildarî tecrîdê nameyek ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsandiye.

Leyla ragihand ku name ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye desteser kirin.

Girtiyê nexweş Menderes Leyla di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de cih digre.