Girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirin

Girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û wiha gotin: "Kobanê bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe da û bû dilê enternasyonalîzma gelan."

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê  Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û doreger a ji bo Kobanê dan destpêkirin bi dawî kirin. Kaya, anî ziman ku bi berxwedana Kobanê ya 48 roj in berdewam dike di dîroka gelan de rûpelek nû vekir û derewên hikûmeta AKP'ê û hêzên navneteweyî yên wê Kobanê bikeve vala derxistin û wiha got: "Bila baş bê zanîn ku Kobanê qezenc kiriye. Alîkariya çekan û çûna pêşmergeyan a Kobanê encama berxwedana rêhevalên me yên bi vîn û jiyana xwe ji dest dane. Hikûmeta AKP'ê ya piştgirî dida çeteyên DAIŞ'ê û li benda ku Kobanê bikeve di nava hewldana vê yekê ji xwe re bike mal. Kobanê bi hêza xwe ya cewherî ber xwe da û bûye dilê enternasyonalîzma gelan."

Kaya, da zanîn ku peymana di navbera TEV-DEM'ê û ENSK'ê de pêk hat û çûna pêşmerge ya Kobanê ji bo yekîtiya neteweya Kurd girîng e û divê rûhê yekîtiya Kurdan a derket holê bi Kongreya Neteweyî şênber bibe û wiha pêde çû: "Di pêvajoya dîrokî de azadiya Kurd û Kurdistanê di yekîtiya neteweyî ya demokratîk re derbas dibe. Li hemberî dewletên mêtinger û desthilatdar yekîtiya Kurdan rola panzehîrê dilîze. Em weke girtiyên PKK û PAJK'ê ruhê yekîtiya neteweyî yê li dora Kobanê pêk hatî û enternasyonalîzmê silav dikin."

Kaya, destnîşan kir ku çalakiya girava birçûbûnê ya di 15'ê Cotmehê de bi armanca hişyariyê dan destpêkirin bi dawî kirin û wiha got: "Bila baş bê zanîn ku dema gelê Kurd û axa wan di bin gefan de be em her tim amade ne berdêlan bidin. Li ser vî esasî em gelê xwe yê li Kobanê û sînor li ber xwe dide silav dikin."