Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên, bal kişand ku li Rojavayê Kurdistanê siyaseta wan a serbixwe ew wekî hêzekê derxistine holê, lewre jî hem hêzên herêmê, muxalefet, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hem jî rejîm li dijî wan di nava lîstikan de ne. Hisên, destnîşan kir ku planên siyasî yên li dijî wan bi ser neketine, lewre niha bi embargoya aborî tê xwestin îradeya wan bê şkandin. Hisên got ku ji ber embargoyê pirsgirêkên wekî derman, şîrê zarokan, nan, xwînê derketine holê û banga alîkariya lezgîn kir.
Di demeke ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn didomin, her wiha her hêzek li pey pêkanîna planên xwe ye de, ji ber van planan ên ku herî zêde zirarê dibîne jî gelên herêmê ne. Rojê bi dehan welatî têne kuştin û birîndar kirin. Lê ya herî girîng jî derketina pirsgirêkên aborî û pêdiviyên jiyanî ne. Li Rojavayê Kurdistanê ku aramiyek lê heye jî, yek ji pirsgirêkên tên jiyandin aborîye.
Endama TEV-DEM Henîfe Hisên derbarê rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêkên tên jiyandin, sedemên vê û projeyên wan ên çareseriyê de pirsên ANF’ê bersivandin.
ÇANDINÎ BAŞ E
Çavkaniyên aborî yên Rojavayê Kurdistanê çi ne?Rojavayê Kurdistanê di warê avhewa de ji bo çandiniyê û sewalvaniyê gelekî baş e, hewa ne pir sar e, ne jî pir germ e, loma ji bo çandiniyê gelekî baş e. Salê çand caran çandinî tê kirin. Her wiha dewlemendiyên sererd û binerd hene. Ava wê pir e. Li aliyekê ava Firatê, li aliyekê Dîcle heye.
Herêma Efrînê gelekî dewlemend e. Ger ku derfet hebin û karibin bidin xebitandin têrî xwe û derdora xwe, her wiha herêma Helebê jî dike. Zeyt û zeytûna wê binav û deng e. Zeytunên wê têrî tevahiya Sûriyeyê dike. Niha sedî 20 zeytunên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji vir têne pêşwazîkirin. Ger ku baş lê bê nêrîn, dikare hîn zêdetir be jî. Her wiha ji zeytunan sabun jî tê çêkirin. Herêma Efrînê çiyayî ye, loma pez jî tê xwedîkirin. Li aliyê din bi rezên û baxên xwe bi navûdeng e. Hinarên wir gelekî binav û deng in. Hemû fêkî û sebze çêdibin. Li aliyê din genim û bi taybetî garisê kur ê spî tê çandin. Her wiha komira daran tê çêkirin. Gelê Efrînê gelekî bi axê ve girêdayî ye, loma hilberîn dikare pir zêde be. Li aliyê Reco jî madeyê hesin pir e. Li Kobanê genim, silk, ceh, nîsk tên çandin.
Herêma Cizîrê jî genim, nîsk, baharat, garist tê çandin. Pêdiviya berhemên çandiniyê hemû ji vê herêmê têne pêşwazîkirin. Ya girîng jî petrol û gaza xwezayî ji vir derdikeve. Pêdiviya mazot, gaz û benzîna hemû Sûriyeyê ji tê pêşwazîkirin. Yanî herêma Cizîrê ji Tirbespiyê heta Til Koçer hemû bîrên petrolê ne.
Baş e gelên herêmê heta niha çiqas ji van dewlemendiyan feyde girtiye?Rejîma Baasê, di çarçoveya polîtikaya li dijî kurdan de, ne hiştiye ku gel dewlemendiyên xwe bikar bîne û hilberînê pêk bîne. Mînak li Efrînê tiştên me gotin hemû madeyên xam in, gel di hemû waran de pispor e, lê derfetên bikaranîn û şixulandinê nehatine dayîn. Nehatiye hiştin ku kargehên hilhberînê yên wekî fabrîqe û hwd bêne vekirin. Rê nehatine çêkirin, ceryana tê vê herêmê têrî hilberînê nake. Tiştek bi vî rengî hatibe çêkirin jî, ji aliyê pêxasên rejîmê ve hatiye bikaranîn. Bi kurtasî destûr nehatiye dayîn ku gel bixwe hilberînê bike. Ji bo ku kurd karibe tenê dikanekê jî veke divê serî li hemû saziyên dewletê bide. Lewre dema gel kar dike, zirara wan ji karê wan zêdetir dibe. Mesela li Kobanê pirsgirêka avê gelekî zêde ye. Ava Firatê di wir de derbas dibe, lê destur nehatiye dayîn ku ji bo bikaranîna wê kargeriyek bê çêkirin û nahêlin ku gelê bajêr jê feyde bigire. Bes li aliyê din rejîmê bi Tirkiyeyê re peyman çêkiriye û bendav li ser çêkirine, ceyran jê tê girtin. Lewre ji vî bajarî gelek ber bi derve ve gelek koç çêbûye.
‘HEMU DEWLEMENDÎ BIRIRINE ALIYÊ SÛRIYEYÊ’
Li herêma Cizîrê piştî “Kembera Erebî” erdê gel ji dest hate girtin û gelek feqîr bû. Kargeriyek ku petrolê paqij bike li herêmê tuneye. Gelê herêmê nikari bixwe ji van berheman feyde bigire. Hemû petrolê dibin aliyê Sûriyeyê û li wir tê rafînekirin, piştre jinûve difiroşin gelê herêmê. Ji ber ku li herêmê dezgehên safîkirinê (rafîne) nîn in, gel ji Hums, Dêrazorê û Rakkayê bi tankeran mazot û benzînê tînin. Herwiha genim jî bi heman rengî ji aliyê dewletê ve tê komkirin û bi buhayekî erzan tê stendin. Binesaziya bajaran tuneye, fabrîqe nîn in. Milet berhema ji erdê xwe girtiye nîvî daye dewletê, bi nîviya din jî ancax debara xwe kiriye.
Gel nikare bazirganiyê bike, yên dikin jî nêzî rejîmê ne. Ev ji bo hemû Sûriyeyê derbasdar e, malbat hene. Mînak malbata Mexlus heye, ev xalên malbata Esad in. Dîsa hinek malbat li Helebê hene. Evê hanê hemû madeyên xam digirin û dibin fabrîqeyên li bajarên wekî Şam, Helebê û Humusê. Li vir safî dikin û bi giranbûha dîsa tînin difiroşin gelê herêmê.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê re rewşek nû derket holê. Li aliyê Sûriyeyê şer û pevçûn zêde, lê li Rojavayê Kurdistanê aramiyek heye, gel rêveberiyên bajaran bidest xistin. Vê rewşê li herêmê di warê aborî de, bi erênî yan jî neyînî bandorek çawa çêkiriye. Bi taybetî bandora şer çawa ye? Pirsgirêkên çawa derxistine holê?Belê rast e niha rewşek nû çêbuye li Sûriyeyê. Li Rojavayê Kurdistanê jî aramî heye û gel hewl dide ku pirsgirêkên xwe çareser bike. Lê polîtîkayên hêzên derve û rewşa şer bandoren neyînî çêdike. Belê dewlemendiyên ser erd û binerd zêde ne, lê ji ber ku derfetên bikaranînê heta niha nehatine afirandin, ji bo niha feyda nayê girtin. Rêyên bajarên Sûriyeyê hatine girtin, hinek rê dibin kontrola rejîmê, hinek jî dibin kontrola Artêşa Azad de ne. Hem li cihên rejîm hem jî cihên ku Artêşa Azad lê serdest e, komên çete hene û gel di şelînin. Mesela di navbera Qamişlo û Tiltemirê de 13 ajokarên tankeran ên ku ji bo mazot û benzînê çûbûn aliyê Reqayê ji aliyê van komên çeteyan ve rehîn hatin girtin û bi rojan li wir man. Her wiha ev çete mirovan dişelinin, direvînin, tiştên wan desteser dikin, dikujin. Dorpêçkirinek heye. Li aliyekê rejîm, li aliyekê komên çete van pêkanîna dikin û têkiliya bi bajarên din re qut kirine. Lewre gel jî sermayeya xwe ya heyî jî xerc dike.
Ev du sal e, hema bêje kar nayê kirin. Mînak li Helebê ku cihê bazirganiyê û kar e, ev 2 sal e kar nayê kirin, gel koç dike. Her wiha ji ber ku herêmên kurdan bi aram in, gelek kesan koç kiriye vir, her bajarekî herêmê ji nufusa xwe zêdetir mirovan dihewîne, lê kar tuneye. Gel ev 2 sal e ji berîka xwe dixwe.
SOTEMENÎ Û XÛREK NEMANE
Bi taybetî pirsgirêkên berbiçav ên derdikevin holê çine hun dikarin çend mînakan bidin?Niha li herêmê çandiniya ku heta niha dihat kirin sedî 10 nehatiye kirin. Bi taybetî piştî reşwa Efrîn û Serêkaniyê gel nekarî erdê xwe biçîne. Hem ji ber sedema ewlekariyê, hem jî ji ber tunebûna mazotê nekarîne. Dîsa sotemenî û madeyên xwarinê nemane. Berê ji Helebê dianîn, lê niha nikarin, komên çete riyan digirin. Her wiha koçberî gelek çêbû. Ceryan tuneye, madeyên xwarinê, bi taybetî şîrê zarokan niha tuneye. pir kêm bûye. Her wiha ji ber kêmbûnê buhayê tiştan jî gelek zêde bûye. Mesela torbeyek şekirê gihiştiye 6 hezarî. Li aliyê din li nexweşxaneyan derman nemane, xwîn tune ye. Mirov birîndar dibin, lê xwîn tune ye ku bidinê. Dîsa ji ber ku mazot tune ye, şaredarî nikare nava bajêr paqij bike.
Baş e, li hemberî van pirsgirêkan rêveberiyên herêman çi çareserî peyda kirine?Rêveberiyên me yên herêmî li gorî derfetên xwe heta niha alîkariya gel kirine. Yanî derfetên di destê xwe de bikar anîne. Lê ev yek têrî hemû tiştî nake. Sermayeya di dest de jî hêdî hêdî kêm dike. Li aliyê din alîkariyên ji derve tên jî nagihîjin herêmê.
Yanî ev alîkarî bi zanebûn nayên şandin an jî astengî tên derxistin? Ji ber ku heta demekê li herêmên kurdan hinekê aramî hebû, pevçûn tunebûn. Lê ji vê zêdetir wekî ku pêdiviya vê herêmê bi alîkariya derve tune ye, nedişandin vir. Alîkariya ji welatên din dihat an jî tê, bi giranî li Dera, Hema, Humus dihatin belavkirin. Heta niha tenê carekê kurdên Başûrê Kurdistanê bi derfetên xwe alîkarî kom kiriye û şandine Rojava. Carekê jî Saziya Arşînova alîkariye anîbû, lê mixabin ew jî ji ber nakokiyên siyasî ev sazî ket ber lêpirsînê û êdî alîkariyê naîne.
Li hemberî van pirsgirêkan gel gilî û gazincên xwe ji we re tînin an na? Gilî û gazincên gel pir zêde ne. Bi taybetî ji bo pirsgirêka mazot û nan pir serlêdan çêdibin. Mînak li Koban û Efrînê, her wiha li Helebê pirsgirêka ard û nan gelek zêde ye. Li Helebê hejmara welatiyên li ber cihên ku nan tê belavkirin digihîje hezaran. Em li gorî derfetên xwe hewl didin ku van pirsgirêkan çareser bikin. Lê bi temamî nayên çareserkirin.
SÎNORÊ BAŞÛR HATIYE GIRTIN
Gelê herêmê heta niha bi riya bazirganiya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê jî debara xwe dikir. Lê niha sînor hatiye girtin, vê yekê bandorek çawa çêkiriye li ser herêmê?Belê, welatiyan li ser sînor carinan bazirganî dikir, carinan kaçaxçîtî dikir û debara xwe dikir. Lê bi taybetî piştî ku herêmê Cizîrê ket destê tevgera me û sînor ji destê rejîmê hate derxistin, hêzên Başûrê Kurdistanê sînor bi temamî girtin. Jixwe li ser herêma kurdan dorpêçkirinek heye, derfet nîn in, vê girtina sînor jî rewşa aborî girantir kir. Ger ku sînor bê vekirin, milet dikare birehetî biçe Başûr û pêdiviyên xwe yên jiyanî bîne. Lê hikûmeta herêmê nahêle.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇIMA SÎNOR GIRTIYE?
Çima nahêlin? ji ber ku dixwazin ew bi xwe dixwazin tiştan bînin vir û bifiroşin. Aliyê siyasî û yê aborî yê girtina sînor heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze înîsiyatîfa çareseriya pirsgirêka kurd a li Rojavayê Kurdistanê di destê wê de, naxwaze îradeya Rojava derkeve holê. Dixwaze pirsgirêk li ser hîmê ku ew dixwazin pirsgirêk bê çareserkirin. Aliyê aborî jî ew e ku hikûmeta herêmê naxwaze gel bixwe bazirganiyê bike. Dixwaze gel stuyê xwe li ber wan xwar bike, muhtacî wan bibe û bi vî rengî li van deran bandora xwe çêbike. Bi taybetî jî vê yekê ji bo ku bandora xwe li ser pertrolê çêbike. Dixwaze yan ew petrola li vir bidin şixulandin, ku ev çênebe jî petrola xwe bixwe li vir bifiroşin. Wekî dewletek xerîb nêzî gelê vir dibin.
Li Rojavayê Kurdistanê rewşek bi aram hebû û hîn jî heye. Lê li dijî tevgera kurd planên derketine holê û êrîş hene. Gelek hêzan bi aşkera dibêjin an jî bi helwestên xwe nîşan didin ku naxwazin li vir îradeyek derkeve holê. Dema bûyerên dawî jî li ber çavan bêne girtin, hûn vê rewşa aborî û astengiyan çawa dinirxînin, têkiliya wê bi rewşa siyasî re çi ye?Tu rewşek aborî ji rewşa siyasî cudatir nayê nirxandin. Piştî sîstema desthilat, şaristaniya navendî hate avakirin û heta niha, sîstema aborî jî ji xeta xwe ya esasî derket. Sîstema aborî niha li Sûriyeyê û Rojava jî sîstemek girêdayî navendê ye. Aboriya gel tune ye. Ji ber vê yekê rewşa aborî ji ya siyasî cudatir nayê nirxandin. Tevgera me jî di şoreşa Sûriye û Rojava de siyasetek wekî hêza 3’yemîn da meşandin. Lewre hem hêzên rejîmê, hem jî muxalefet ji vê siyaseta me aciz bûn. Niha em li herêmê wekî hêzekê derketine holê û hemû kes vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê jî dixwazin vê hêza me bişikînin. Li aliyekê dewlet dixwaze me bêhêz bike û serî bide tewandin, li aliyê din muxalefet jî tifaqê bi me re çênake, dixwaze me bêhêz bike û bi wî rengî tifaqê çêbike. Ji bo zeîfkirina me jî ketin nava hewldana, lê wekî heta niha hatiye dîtin jî, tiştek nikare me bêhêz bike. Tenê nerazîbûnên gel dikarin bandorê li ser me çêbikin.
Yanî bi riyên siyasî nekarîn, niha dixwazin bi riya aboriyê we bêtesîr bikin?Belê rast e, siyasetek bê exlaq tê meşandin. Ji bo ku gel li dijî rêveberiyên me nerazîbûnê nîşan bide, ambargoyê pêk tînin. Rejîm, Artêşa Azad, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî dewleta Tirkiyeyê serî li van riyan didin. Yanî dixwazin polîtîkaya birçîbûnê ya ku AKP li Bakurê Kurdistanê dide meşandin, li Rojavayê Kurdistanê jî bidin meşandin.
JI BO VEKIRINA SÎNOR SOZ HAT DAYIN, LÊ...
Di vir de dixwazim bi pirsim. Niha nêzîkahiya Tirkiyeyê û rejîmê her wiha muxalefetê tê fêmkirin. Jixwe helwesta xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi aşkerayî dibêjin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li aliyekê hevdîtin tên kirin, behsa yekîtiya kurdan û alîkariya hevdu dike, li aliyê din jî sînor digere. Hun vê nêzîkahiyê çawa dinirxînin?Girtina sînor em zêde wateyê nadinê. Ji ber ku hevdîtinên bi Desteya Bilind re hene, sozên hatine dayîn hene ku sînor bê vekirin. Lê heta niha nehatiye vekirin. Ev aliyê pratîkî ye. Lê di aliyê siyasî de, Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma dixwaze li Rojavayê Kurdistanê siyasetek dibin siya wan de bê meşandin. Ya din jî Hikûmeta Herêmê, bi taybetî PDK dixwaze li Rojava hêza xwe çêbike. Dixwaze yekîtiya netewî ji bo xwe wekî amûrekê bi kar bîne û Rojava jî wekî deriyekê dibîne. Em naxwazin tu kesî teşhîr bikin, lê divê berjewendiyên siyasî di vê demê de li ber çavan neyên girtin û ji bo ku jiyana gel nekeve xeteriyê, bêyî hesaban alîkarî bê kirin. Hêviya me heye ku sînor vebibe, lê ku venebe jî tekane çareseriya me sînor nîn e, alternatîfên me hene.
AVAKIRINA KOPERATÎFAN
We wekî TEV-DEM’ê di encamnameya civîna xwe ya dawî de jî rewşa aborî wekî yek ji pirsgirêkên bingehin binav kiriye. Wekî tedbîr hun ê çi bikin, ji bo çareseriyê çi projeyên we hene?Di serî de em xebata avakirina koperatîkfan didin destpêkirin. Ya rastî em di vî warî de dereng jî man, lewre rexnedayîna xwe jî didin gel. Divê gel li ser esasê koperatîfa bê birêxistinkirin. Sîstema koperatîfan hatiye plankirin, bi taybetî li Efrînê hatiye destpêkirin. Dîsa di rojên pêş me de, em ê bi karmend û karsazên Rojavayê Kurdistanê re wekî nîvkonferansekê lidar bixin. Emê nêrînên wan bigirin, her wiha xebatên ku dikarin bêne meşandin dê werin nîqaşkirin. Her wiha hedefa me avakirina saziyek aborî ya netewî ye. Armanc avakirina saziya aborî, ya din jî çareserkirina pirsgirêkên aborî yên dem kurt û demdirêj e.
Ji bilî planên we yên çareseriyê, ji bo ku pirsgirêkên ku divê bi lezgînî bêne çareserkirin ên wekî derman, şîrê zarokan, xwîn, bi taybetî ji bo Serêkaniyê bangek we ji bo saziyên navnetewî û perçeyên din ên Kurdistanê heye yan na?Gelê me li Serêkaniyê zehmtiyan dikişîne. Genimê di depoyan de ji aliyê komên çete ve hatiye talankirin. Lewre pêdiviya gel bi alîkariyê heye. Banga me ji bo hemû aliyan heye. Heta niha Rojavayê Kurdistanê wekî beşek ji Sûriyeyê ku alîkarî bê dayîn, nehatiye dîtin. Banga me ji bo hemû saziyên navnetewî, hikûmeta Herêma Kurdistana Başur û Bakûrê Kurdistanê heye. Belkî deriyên sînor ên Bakûrê Kurdistanê hemû girtîne, loma nikarin alîkariyê bişînin. Lê tenê yek derî vekirî ye, alîkariyên ji Bakurê Kurdistanê tên dikarin bişînin aliyê KobanÊ û Efrînê. Lê alîkariyên din ên ji welatên din dikarin di ser Başûrê Kurdistanê re bêne şandin. Pêdiviya lezgîn şîrê zarokan e, ard, derman, xwîn e. Hêviya me ji saziyên navnetewî ew e ku di van mijaran de alîkariyê bikin.