'Girtî wê heta bidawîbûna tecrîdê li ber xwe bidin'

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Bişar Bîlen e ku 66 roj in li ber xwe dide. Kekê wî Alî Bîlen diyar kir ku ew pê serbilind in got, birayê wî jê re gotiye ku heta encamê werbigirin wê çalakiya xwe bidomînin.

Bişar Bîlen 66 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Kekê wî Alî Bîlen bi navê malbatê axivî û diyar kir iku ew piştgiriyê dide birayê xwe. Alî Bîlen bal kişand ser zext û zora dewletê ya li ser malbata wan û got, "Ji ber zexta ku li gund li me hate kirin, malbata me neçar ma sirgûnî Mersînê bibe.

Sala 1974'an ji ber qanûna îskanê ya dewletê ya li ser Kurdan em li Mersînê bi cih bûn. Dewletê li Mersînê jî dest ji me berneda. Hêzên dewletê timî diavêtin ser mala me. Hîn di biçûkaniya me de bavê min gelek caran hate destgîrkirin û girtin. Em li ser rêya girtîgehê mezin bûn."

Bîlen anî ziman, ku wan heta 9 saliya xwe bavê xwe nedîtin û got, "Di nava wê zor û zehmetiyê de dayika me em mezin kir. Me bersiva pirsên xwe jî dîsa di nava partiya xwe de dît. Di emrê ciwan de bi mejiyê welatparêziyê yê ji malbata xwe wergirtî em jî tevlî nava karê ciwanan bûn."

Bîlen diyar kir, di nava 8 zarokan de yê herî biçûk Bişar e û got, "Dema ku me nû bar kir vir, ji me re digotin 'Kurdên bi terî'. Ji ber ku bavê min li girtîgehê bû, jiyan ji bo diya min gelekî zehmet bû ku 8 zarok bi tena serê xwe mezin dikir. Polîs jî bi rêk û pêk diavêtin ser malê. Carna bi rengekî kêfî diavêtin ser malê, lêgerîn dikirin û her devera hewşê dikolan. Her carê jî bi îdîaya 'îxbar hatiye kirin' diavêtin ser malê. Heman zext û zordariyê niha jî dikin."

Bîlen anî ziman, birayê wî Bişar Bîlen ê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye timî dixwend, lêkolîn dikir û qala birayê xwe kir: "Bişar mafê xwendina Beşa Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Dîcleyê qezenç kir. Ji aliyekî ve kêfa wî dihat, li aliyê din jî nedixwest bixwîne. Piştî pola 3'an nema giranî da ser xwendinê û hîn bêhtir tevlî karê partiyê bû.

Sala 2010'an li ser rêya bejahî ya Erzîngan-Erzîromê di kontrola rê de hate destgîrkirin û piştre hate girtin. 2 salan li Girtîgeha Amedê ma. Wê demê, sala 2012'an tevlî koma destpêkê ya greva birçîbûnê bû."

'DI NAVA ME DE ÇALAKÎ TI CARÎ BÊ ENCAM NAMÎNE'

Kek Bîlen got, "Birayê min Bişar 12'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kir. Tişta ji me re got wiha ye: Daxwazên Leyla Guven daxwazên me hemûyan e. Daxwazên tên kirin gefê li ewlekariya vî welatî naxwin, ya jî rê li ber pirsgirêkekê venakin." Bîlan herî dawî got, "Em hemû zanin ku nabe li hemberî kesan qanûneke taybet bi cih bê anîn. Wê demê divê em qebûl nekin ku ev yek li hemberî Birêz Ocalan bê kirin. Li ser vê bingehê dibêjin ku heta çalakiyê bi ser bixînin wê dest ji berxwedana xwe bernedin.

Bi navê malbatê em bi biryara Bişar re ne û pê serbilind in. Di nava me de ti tişt bi rengekî binketî bi encam name. Teqez bi ser dikeve. Sala 2012'an ez jî li girtîgehê bûm û em bi hev re ketin greva birçîbûnê. Niha ew careke din li refên herî pêş ên berxwedanê ye û em; malbata wî pê re ne. Ji niha û pê ve jî em ji he rencamê, ji her biryarê re rêzdar in û em ê pê re bin."