Gerîlayên jin ên FARC’ê silav ji gerîlayên jin ên Kurd re şandin
Gerîlayên jin ên FARC’ê silav ji gerîlayên jin ên Kurd re şandin
Gerîlayên jin ên FARC’ê silav ji gerîlayên jin ên Kurd re şandin
Gerîlayên jin ên FARC-EP, silavên xwe yên bi xwişkî, şoreşgerî, piştevanî û enternasyonalîst ji tevayî gerîlayên jin ên PAJK, PKK û YJA Star re şandin.
Gerîlayên jin ên Artêşa Rizgariya Şoreşger a Kolombiya (FARC) EP ji gerîlayên PAJK, PKK û YJA Star re silav şandin.
Di peyama li ser navê gerîlayên jin ên FARC-EP de Victoria Sandino û Aleksandra Narino wiha gotin: “Ji Çiyayên Kolombiya, Havanaya Kûba , wek gerîlayên jin ên FARC’ê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger Kolombiya, em silavên xwe yên bi xwişkî, şoreşgerî, piştevanî û enternasyonalîst ji tevayî gerîlayên jin ên PAJK, PKK û YJA Star re dişînin.
Em xwişkên xwe jinên şoreşger, şervanên jin ên têdikoşin, wek şoreşger pir mezin hembêz dikin.
Wek kesên ji azadiyê bêpar hatine hiştin, wek kesên mehkûmî xizaniyê hatine kirin, ji bo jiyanê, ji bo azadiyê ji bo hemû jinan silavên xwe yên bi xwişkî radigihînin.
Bijî FARC-EP!
Bijî PKK!
Bijî PAJK!
Bijî YJA STAR!”