Gerîlayê Elman wê bi meş û mîtîngê bê bîranîn

Gerîlayê Elman Michael Panser (Bager Nûjiyan) ku di sala 2018'an de ji ber êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, wê li Potsdamê bi meş û mîtîngekê bê bîranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku gerîlayê HPG'ê yê Elman Michael Panser (Bager Nûjiyan) di 14'ê Kanûna 2018'an de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest daye.

Panser ku ji Meksîka heta Kolombiya, Vneezuela, Nîkaragua û Kurdistanê têkoşiya, wê li warê xwe li Potsdamê bi meş û mîtîngekê bê bîranîn. Meşa ku wê hevalên wî pêk bîne, wê Şemiyê saet 17:00 li Treffpunkt Freizei, Am Neuen Garten 64, Potsdamê dest pê bike.

Meş wê heta nêzî Meclîsa Eyaletê ya Brandenburgê bidome û piştre mîtîngek wê pêk were.