Gerîla Ronahî ji aliyê hezaran ve hate rêwîkirin

Gerîla Ronahî ji aliyê hezaran ve hate rêwîkirin

Cenazeyê Gerîlaya HPG'ê Derya Tamer (Ronahi Yekbûn) li Goristana Yenîkoyê ya Amedê ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşimên “Şehîd Namirin” ve spartin axê. Jinan cenazeyê gerîla Ronahî spartin axê.

Malbata gerîla Derya Tamer, duh cenazeyê keça xwe ji Meletiyê wergirtin û anîn Amedê. Piştî cenazeyê gerîla Derya Tamer (Ronahi Yekbûn) ya ji Dara Hênê ya Çewlîkê ku di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Amedê şevê din li morga Goristana Yenîkoyê hate rawestandin.

Cenazeyê gerîla Ronahî ku duh bi dirûşimên "Şehîd namirin"li goristana Yenîkoyê ya Amedê hate pêşwazîkirin, îro ji aliyê hezaran kesan ve spartin axê. Girseya ku li ber mizgefta Yenîkoyê kom bûn, darbesta Tamer bi ala PKK'ê pêçan û heta goristanê meşiyan. Jinan darbesta Tamer hilgirt ser bilê xwe û bi dirûşmeyên "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Şehîd namirin" heta goristanê meşiyan. Di merasime de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û meşiyan. Di merasimê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî beşdarî merasimê bûn.

Di merasime de polîsên hêzên çevîk û polîsên sivîl bi panzêr û TOMA'yan tedbîrên berfireh girtin. Polîsan nexwest girse bimeşe û sloganan biqîre. Lê girsê bêyî ku li polîsan guhdar bike slogan qêriyan.

Polîsan dîsa bi hêza dewletê gefl i gersê xwarin. Jinan darbesta gerîla Tamer a bi ala PKK'ê pêçayî heta gorê li ser milê xwe kirin û meşiyan. Di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Ey şehîd çeka te li erdê namîne", "Lêxe gerîlla lêxe, Kurdistanê ava bike" qêriyan. Girseyê di merasimê de alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Li ser gorê dayika gerîla Derya Tamer Pakize Tamer axivî û got: "Keça min Derya min bûkaniya te veşartiye." Bi vê gotinê dema hestewar pêk hat. Piştî spartinê rêz hate girtin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, ji xaivî û bertek nîşanî helwesta polîsan da.

Girseya tevlî mesimê bû, piştî merasimê de biçin derbasî Mala Sersaxiyê ya Muntazan a li tenişta Mizgefta Mezin bibin.