Georgo Aryo: Em ê destûrê nedin polîtîkayên desteserkirinê yên dewleta Tirk
Piştî ku dewleta Tirk dêr, manastir û goristanên Sûryaniyan desteser kir Asûrî-Sûryaniyên li dîasporayê ketin tevgerê.
Piştî ku dewleta Tirk dêr, manastir û goristanên Sûryaniyan desteser kir Asûrî-Sûryaniyên li dîasporayê ketin tevgerê.
Rêveberê Kongreya Gel a Mezopotamyayê (MHK) George Aryo got Erdogan û rejîma AKP’ê hişmendiya qirker a Îttîhat û Terakiyê ji xwe re kiriye mîrat, dest li ser mal û milkên Sûryaniyan daniye û ev jî hem li welêt û hem jî li dîasporayê di nav Sûryaniyan de rê li ber nerazîbûnên tund vekiriye. Aryo got divê ramanên cihê li hêlekê werin danîn û bi rihê seferber wê werin cem hev û ew ê destûrê nedin ku malên Asûrî-Sûryaniyan werin desteserkirin.
‘DEWLETA TIRK XWE LI SER QIRKIRINÊ AVA KIRIYE’
George Aryo bal kişande ser kevneşopiya qirker a dewleta Tirk û wiha got: ‘’Dewleta Tirk bi ji bo ku xwe li ser hişmendiya qirkirinê ya 1915’an Seyfo a Îttîhat Terakkî ava kiriye dest li ser mal û milkên gelê Sûryanî û Xiristiyanan daniye. Rewşa ku îro derketî holê berdewama vê ye.’’
Aryo li ser polîtîkayên Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan û rejîma AKP’ê wiha got: ‘’Dewleta TC’ê beriya niha qira gelên Xiristiyan anî, dest li ser mal û milkê wan danî. Piştre jî ew ji warê wan kirin. Niha jî ji bo ku bi temamî wan ji dîrokê rakin dest li ser mekanên wan ên pîroz datîne. Ev welat ji hêla etnîk, bawerî û çandî ve werek baxçeyekî kulîlkan bû. Niha ev kulîlk yek bi yek diçilmisin.’’
‘HEMÛ SAZIYÊN ÇANDÎ, SIYASÎ BI RIHEKÎ SEFERBER RABÛN’
Aryo bi domdarî diyar dike, piştî ku rejîma AKP’ê dest li ser dêr, manastir û mal û milkên Suryanî-Asûriyan daniye di nav gelê Sûryanî-Asûrî de nerazîbûneke mezin çêbûye û wiha dibêje: ‘’Piştî ku dewletê dest li ser van araziyan danî li diasporayê çi qas saziyên siyasî, çandî û dînî hebin di nav hemûyan de tevgerek çêbûye. Ramanên cihê yên di navbera xwe de danîn hêlekê û bi rihekî seferberbûyî her kes li welatê ku lê ye dest bi xebatên lobiyan kir. Her wiha demokrat jî helwestên xwe yên di vê babetê de nîşanî dewleta Tirk dan û li cem gelê Sûryanî sekînin. Ji ber ku em di tatîla havînî de ne dibe ku li derve ev pir xuya nekir. Lê piştî ku tatîl qediya û parlamentoyên netewî yên welatan vebûn ev ê bi rengekî diyar xuya bibe.’’