Bi pêşengiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê ku ji 82 saziyan pêk tê, 1000 rewşenbîr, akademîsyen, sportvan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û enternayonalîstên ji 37 welatan, bi şiyara "NY pêşî li qirkirina li Efrînê bigire" xwe ji meşa dirêj a ji Lozanê heta Cenevreyê re amade dikin.
JI BAJARÊ KU KURDISTAN LE HATE PARÇEKIRIN WÊ BER BI NAVENDA DÎPLOMASIYA CÎHANÊ VE BIMEŞIN
Meşvan wê 12'ê Sibatê saet 11'an li Place de la Rîponne ya li bajarê Lozan ê Swîsreyê li hev civin ku li vî bajarî Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kir çar parçe hatibû îmzekirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê wê berê xwe bidin Cenevreyê û roja 16'ê Sibatê jî li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtîngeke bi heybet li dar bixin.
Meşa bi heybet wê bi dirûşma "Bila Neteweyên Yekbûyî pêşî li qirkirina li Efrînê bigire" bê lidarxistin. Komîteya Meşa Dirêj a Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê bal kişand ser girîngiya meşê û banga tevlîbûnê kir.
'EM DIMEŞIN JI BO DAWÎ LI BÊDENGIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÎNIN'
Di bangawaziyê de hate bibîrxistin ku wezîfe û sedema herî girîng a hebûna Neteweyên Yekbûyî, pêşîgirtina li komkujî û qirkirinê ye û hate gotin, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî komkujiyên li Efrînê dike ku dewleta Tirk hê bi rengekî bê perwa komkujiyan bkie.
Di bangawaziyê de hat gotin," Ji bo em dawî li vê bêdengiyê bînin û bikin ku Neteweyên Yekbûyî li dijî komkujiyên li Efrînê biryara danekirinê bide, em ê ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin."
BANG LI RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ HATE KIRIN
Her wiha ev bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin:
"Dewleta Tirk bi qirkirina li Efrînê re li dijî mirovahiyê sûc dike.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, barbarên DAÎŞ'ê ku belayê serê cîhanê ye xurt dike û pêşî li wan vedike.
Ev hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Lewma divê ambargoya dîplomatîk, aborî û leşkerî tavilê li ser dewleta Tikr bê ferzkirin.
Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî vî şerî û dagirkeriyê bi lezgînî bicive, li dijî polîtîkaya qirkirin û dagirkeriyê ya li ser Efrînê helwestê nîşan bide û vê rewşê şermezar bike.
Ji bo careke din hewldana dagirkeriyê rû nede, qirkirin pêk neyê û herêm aram bibe, sînorê Rojava weke herêma ji firîna balafiran qedexe bê îlankirin.
Dewleta Tirk ji ber komkujiyên xwe yên li Efrînê li zarok, jin û sivîlan kiriye, li dadgehên navneteweyî bê darizandin.
Ji ber van hemûyan em bang li Neteweyên Yekbûyî, hemû hêz û saziyên navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin."
Komîteyê di dawiya bangawaziya xwe de ji her kesên xwedî wijdan xwest ku tevlî meşê bibin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê jî bang li Kurdistaniyan kir ku ji bo vê meşê seferber bibin.