Gelek karker hatin destgîrkirin

Karkerên Balefirgeha Stenbolê ya 3’emîn ên ku şertên xebatê yên xerab protesto dikirin, bi şev deriyên odeyên wan ên razanê hatin şikandin û karker hatin destgîrkirin.

Karkerên Balefirgeha Stenbolê ya 3’emîn ên ku ji ber şertên xerab ên wekî vederkirin, biçûkxistin, kêmbûna serwîsan, xwarinên xerab û cînayetên kar duh dest bi çalakiyê kiribûn, vê şevê deriyê odeyên wan ên razanê hatin şikandin û karker hatin destgîrkirin. Dora odeyên razanê yên karkeran bi TOMA’yan hatin girtin û jendirmeyan deriyên ode û qawîşên razanê yên karkeran şikandin.

Ligel ku duh hate ragihandin ku daxwazên karkeran hatiye qebûlkirin, derket holê ku xwediyê kar dev ji soza xwe berdaye.

Karkeran çalakiya xwe heta şev domandin. Dema ku çalakî hate lidarxistin, dora qada çalakiyê û cihên ku karker lê diman, bi TOMA û jendirme û polîsan hate girtin.

Karkerên ku hatin destgîrkirin, bi wesayîtên ÎETT’ê birin.