Gelek endamên PDK-S'ê ji ber êrîşên li ser Efrînê îstifa kirin

PDK-Sûriye, ji ber ku li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bêdeng e, 38 endamên wê ji partiya xwe îstifa kirin.

Ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê (PDK-S) li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng e, 38 endamên partiyê bi daxuyaniyekê ji partiya xwe îstifa kirin.

Endamên partiyê ragihandin ku ji ber helwesta rêveberiya partiyê ya li ser Efrînê wan îstifa kirine û bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst, jin û zarok jî di nav de bi sedan sivîl şehîd bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê rêveberên me yên partiyê ku di hembêza saziyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê de rûniştîne, hê zimanê wan nagere. Me beriya niha bi sal û nîvekê xwestibûn ku rewşa rêxistinî û siyasî ya li rêveberiya partiyê ji nû ve were nirxandin."