Gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin

Li Enqereyê di destê sibehê de di serdegirtinên malan de gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin.

Li Enqereyê di destê sibehê de polîsan girtin ser malên endamên HDP’ê.

Di serdegirtina malan de Rêveberê Bajêr ê Enqereyê yê HDP’ê Mahmût Emîn Avci, Namzeta parlementeriya HDP’ê û berdevka kevn a Meclîsa Jinan a Enqereyê Îpek Gur, Hevserokê Navçeya Çankayayê ya HDP’ê Ramazan Karakoç, rêveberên navçeya Keçîorenê ya HDP’ê Fîgen Oncu û Gulhan Akinci, Dayîkên aştiyê Kadriye Ozgan û Mînîbe Koç hatin destgîrkirin.

Parêzeran diyar kirin, dibe ku hejmara kesên wê destgîrkirin, zêde bibe.