Hesabê veşartî yê ku li Kurdistanê weke fînansora şer tê bikaranîn, di serdema hukûmeta AKP’ê li gel şerê li Kurdistanê, ji bo fînansekirin Artêşa Sûriyeya Azad û komên çete jî tê bikaranîn. Di salên 2010-2011 zêdebûna hesabê veşartî 25 milyon lîre zêde bû, lê piştî li gel dijwarbûna şerê li Kurdistanê û peçvûnên li Sûriyeyê ev îsal 135 milyon lîre zêde bû. Heta niha hukûmeta AKP’ê aşkere nekiriye ka ev 135 milyon lîre bi kû de çûye.
Pêkanîna lêçûnên hesabê veşartî li Tirkiyeyê di serdema serokwezareta Tansû Çîllerê de hatibû rojevê. Çîllerê di wê demê de ev pêkanîn ji bo şerê li Kurdistanê weke fînansora şer bi kar dianî. Di Yasaya Rêveberî û Kontrolê ya Aborî ya Gelemperiyê ya bi Jimareya 5018 de tê gotin ku ev pêkanîn ji bo xizmetên veşartî yên îstîxbaratî, ewlekariya neteweyî ya dewletê û armancên berjewendiyên siyasî, civakî û çandî yên dewletê tên bikaranînî.
ŞER, SERDEMA ÇÎLLERÊ Û HESABÊ VEŞARTÎ
Piştî ku Suleyman Demîrel weke Serokomar hate hilbijartin di 13’ê Hezîrana 1993’an de kongreya awarte pêk hat û Tansû Çîller bû seroka DYP’a demê. Piştî vê bi koalîsyona DYP-SHP’ê hikumeta Çîllerê ji 25’ê Hezîrana 1993’an heya 25’ê Kanûna 1995’an dom kir. Çîller ji 25’ê Hezîrana 1993’an heya 6’ê Adara 1996’an serokwezîrtiya hikumetên komarê yên 50, 51 û 52’yemîn kiriye. Di serdema Çîllerê de hesabên veşartî ketiye rojeva Tirkiyeyê. Di encama polîtîkayên li Kurdistanê hatin birêvebirin bi hezaran gund hatin şewitandin û Tirkiye her rojê bi kiryarên nediyar şiyar dibû. Bi navê JÎTEM’ê qetlîam li ser Kurdan dan meşandin, dîsan jî hesaba herî mezin ji aliyê hesaba veşartî ve hate dayîn. Tenê di du salên dawî yên desthilatdariya Çîllerê de li gorî pereyê demê 5.3 milyon lîra mezaxtina hesaba veşartî çêbibû. Beşek mezin yê pere ji bo şerê li Kurdistanê dihat birêve birin veqetand. Weke din jî di dema Çîllerê de pereyên hesabên veşartî ber destê Selçûk Parsandan ve dan berdan û ev jî weke notekê kete dîroka siyasetê.
PIŞTÎ VAN DEMAN, DEMA MEZAXTIN ZÊDE BÛ ŞER JÎ GUR BÛ
Piştî Çîllerê her çiqasî li Tirkiyeyê serokwezîr hatin guhertin jî bikaranîna hesabên veşartî nehate guhertin. Piştî hilbijartinên giştî yên 24’ê Kanûna 1995’an koalîsyona ANAP-DYP’ê çêbû Mesût Yilmaz bû Serokwezîr. Di demê Yilmaz de jî fînansora herî girîng dîsan bû hesaba veşartî. Di demê Mesût Yilmaz de ji hesabên veşartî 8.8 milyon TL pere hate mezaxtin. Beşek mezin yê van pereyan ji operasyonên li herêmê û “îstîxbaratê” re veqetand. Wê demê hesabên veşartî yên Yilmaz gelek hatin axaftin. Yek ji serokwezîrên ku bi camêrî hesabên veşartî bikaranîn Necmettîn Erbakan bû. Erbakan di navbera salên 1996-97’an de 6.3 milyon TL hesabên veşartî mezaxt. Di dema Erbakan de hesabên veşartî ji şerê li herêmê, Çeçena û terîqatên olî re hate mezaxtin. Wê demê dema ku li ser hesabên veşartî nîqaş hatin kirin, Erbakan ferman da partiya xwe û got, “di vê mijarê de neaxivin.”
BI ECEWÎT RE ZÊDE BÛ DOM KIR
Di dema Bulent Ecewît de jî hesabên veşartî giha asta rekora wê demê. Ecewît heya dema hikumeta AKP’ê jî Serokwezîr bû. Di bin navê “tekoşîna li dijî PKK’ê” di dema ku polîtîkayên qirêj birêve dibirin, ji bo mezaxtinên “îstîxbaratî” ji hesabên veşartî 70 milyon TL pere mezaxtin.
DESTHILATIYA AKP’Ê Û ZÊDEBÛNA BI RÊKÛPÊK
Piştî desthilatiya Ecevît, di hilbijartinên 2002 de hukûmeta AKP’ê hat avakirin. Her sala ku di serdema AKP’ê de hesabên veşartî yên dewletê zêdetir bûn. Li gorî vê sala 2003 50 milyon TL, sala 2004 75 milyon, sala 2006 207 milyon, sala 2007 262 milyon, sala 2008 280 milyon, sala 2009 341 milyon, sala 2010 366 milyon, sala 2011 391 milyon Tl pereyê Tirk bû. Balkêş bû di sala 2009 de operasyonên ‘KCK’ê yên li hemberî siyaseta Kurdan dest pê kirin û bi vî awayî lêçûnên hesabê veşartî jî zêde bû.
LI GEL SÛRIYEYÊ GIHIŞT ASTA REKORÊ
Şeş mehên destpêkê yên sala 2012’ê lêçûnên hesabên veşartî weke 431 milyon TL hatin nîşandan. Ev hejmar di heman dema sala 2011 de 296 milyon Tl bû. Ferqa di navberê de jî 135 milyon TL bû. Polîtîkaya hukûmeta AKP’ê ya li hemberî Sûriyeyê di hejmaran de veşartî ye. Lêçûbûnên hesabên veşartî yên 2011 li gorî salên berê, 25 milyon TL zêde bû. Sedema zêdebûna vê lêçûnên hesabên veşartî yên hukûmeta AKP’ê weke desteka aborî ya ji bo Artêşa Sûriyeya Azad tê nîşandan. Lêçûnên hesabên veşartî di dîroka komara Tirk de rekor şkand û di sala 2012 de gihişt 655 milyon TL’yê.
LÊÇÛNÊN JI BO ŞER
Gava mirov li agahiyên berfireh ên lêçûnên serdema AKP’ê dinêre, butçeya ji bo şer hatiye veqandin. Li gorî daneyên sala 2012’ê, lêçûnên ewlekarî û parastinê li gorî şeş mehên sala par 50 miliyon lîre pereyê Tirk zêde bûye kiriye. Lêçûnên cebilxaneyan jî li gorî sala par 8,5 qat zêde bûne. Lêçûna cebilxaneyan a nîva destpêkê ya salê 122.8 milyon lîre ye. Her wiha sala par 15.3 milyon lîre pêk hatibû. Lêçûnên personelên îstîxbaratê yên şeş hemên destpêkê 265,2 milyon lîre bû. Ev yek di şeş mehên destpêkê yên sala par de 216,8 milyon bû. Bi vî awayî 46.7 milyon zêde bû. Bi awayeke giştî lêçûnên xizmetên lêçûnên ewlekarî û parastinê gihişt 732,7 milyon lîreyî. Ev hejmar sala par 682 milyon bû. Di serdema AKP’ê de polîsên Tirk di çalakiyên civakî de karanîna bombeyên gazê ji xwe re kir edet û ji bo lêçûnên vê yekê ji hesabên veşartî 2,3 milyon TL zêde kir û 170 hezar gaz hatin kirîn.
Di dema gotûbêjên butçeya 2013 yên li meclîsê de, gelek caran lêçûnên hesabên veşartî yên dewletê hatin rojevê. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku lêçûnên hesabên veşartî di dema hukûmeta AKP’ê de gelek zêde bûye. Kişanak got: “Em mafê wê nexwin, grafîkek ku bilind bûye heye. Tenê tiştek bênavber zêde bûye heye, ew jî hesabê veşartî ye. Em di serdema AKP’ê de dît ku êdî hesabên veşartî ji rûtîniyê jî dûr ketine. Ev yek jî xirabiya herî mezin e ku li aşitî û demokrasiya welêt hatiye kirin.”