FEDA: Roj roja xwedîderketina li Dersim û Şengalê ye

FEDA'yê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku daristanên li Dersimê dişewitîne û Şengal bombe kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ew roj e ku bibin xwedî sekn û rastiya Xizir û li ber zilmê rabin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser şewitandina daristanên Dersimê û bombekirina Şengalê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, zîhniyeta ku sala 1938'an li Dersimê komkujî kir, niha jî erdnîgariya Dersimê dişewitîne û hate gotin, "Dersim îro careke din ji aliyê zilma neheq ve hatiye şewitandin. Ya ku hatiye şewitandin û dixwaze bê tinekirin, hiş û mejiyê me yê civakî yê hezaran salî ye."

FEDA'yê diyar kir, zîhniyeta ku agir berda Dersimê, bi tank, top û balafirên şer êrîş bir ser cih û warê pîroz ê Êzidiyan Şengalê û got: "Tovên hêrs û komkujiyê yên li Kerbelayê hatin çandin, bi polîtîkayên AKP'ê şîn bûye." Di daxuyaniyê de hate ragihandin piştî hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê ku pişta xwe dispêrin AKP'ê, niha jî AKP bi xwe bombeyan li ser mirovên bêguneh û bêparastin dibarîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi hezaran salan sirgûn, asîmîlasyon û qirkirin li ser civakên Elewî û Êzidî hatine ferzkirin û hate gotin, "Ev zilm û zordarî niha careke din li erdnîgariyên qedîm Dersim û Şengalê rû dide. Zîhniyeta neheq ku piştî komkujiya fîzîkî niha di qirkirina çandî de israr dike, agir berdide hemû nirxên erdnîgariya me û bi bomberdûmanê dixwaze tola dîrokî hilîne."

FEDA'yê destnîşan kir ku wezîfeya her Elewî, her Ezidî û her mirovekî ku li dijî mirinê ew e ku li ber şewitandina Dersimê, li ber bombekirina Şengalê rabin.

FEDA'ye ji bo Dersimê û civaka Êizdî bang kir û got, "Em bang li xwediyê heq û heqîqetê dikin ku xwedî li Dersimê û civaka Êzidî derkevin. Li ber vê zilmê rabin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li Dersim û Şengalê careke din nîşan dide ku Erdogan dijminê Elewî, Êzidî û hemû Kurdan e. FEDA'yê got, "Xwedîderketina li Dersim û Şengalê yek ji îbadeta me ye û di dawiyê de got, "Roj ew roj e ku em li Kerbelayê bibin Zeynep, li dijî zîhniyeta Yezîd bibin Huseyîn, li Êzîdxanê bibin Cîhangîr, li Şengalê bibin Mam Zekî Şengalî... Roj ew roj e ku em bibin xwedî sekn û heqîqeta Xizir û li ber zilmê rabin."