Faşîzma qeyûm a li Colemêrgê wê li gelek bajaran bê şermezarkirin

Serdegirtina Şaredariya Colemêrgê, binçavkirina hevşaredar û tayînkirina qeyûm wê li gelek bajaran bê şermezarkirin.

Bi fermana hikumeta Tirk, Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddi Akiş ji wezîfeyê hate dûrxistin û qeyûm li şûna wî hate danîn.

Li dijî faşîzma qeyûm wê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.

Hêzên Demokratîk, Aştî û Kedê yên Stenbolê saet di 18:00 de li qada Şîşhane ya li Beyoglûyê wê daxuyaniyê bidin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî wê çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.

Amed: Li pêşiya AVM Ceylan, saet: 15:00

Dersim: Kolana Hunerê, saet: 17:30

Çewlîg: Li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajêr, saet: 13:00

Êlih: Li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajêr, saet: 13:30