Sancar: Ev doza tolhildanê ye, Qesrê îdîaname hazir kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê li ser doza girtina HDP'ê got, ''doza tolhildanê ye'' û diyar kir îdîname li Qesra Erdogan hatiye hazirkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê li ser doza girtina HDP'ê got, ''doza tolhildanê ye'' û diyar kir îdîname li Qesra Erdogan hatiye hazirkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.
Sancar ji ber rasthatina pîrozbahiyên Cejna Newrozê ewil li ser Newrozê axivî û wiha got: “Newroz bi kelecanek mezin hat pîrozkirin. Bi milyonan kes herikîn meydanên Newrozê. Ji Stebolê heta Enqereyê, Ji Îzmîrê heta Mêrsîn û Edeneyê, ji Kobanê heta Amedê, ji Mahabadê heta Batmanê, ji Hewlêrê heta Cizîrê û ji Qamişlo heta Dîlokê gel daket meydanan û Newroz pîroz kir. Li meydanan daxwaza gel a azadiyê û aştiyê û xwedî derketina vîna xwe bilind bû. Ev meydan veguherîn nîşaneya ku xelkê me çawa baweriya xwe bi aştiyê tîne. Peyama herî girîng a Newrozê biryardarî û wêrekiya gelê me bû. Gelê me got tevî hemû zext, êriş û gefan jî em ê qet û qet serê xwe netewînin, gotin em ê destûrê nedin hûn bi vîn û rûmeta bileyizin. Vê yekê nîşanî tevahiya cîhanê da. Em spasiyê xwe ji gelê xwe re dikin.”
Sancar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser daxwaza gel a di pîrozbahiyên Newrozê de û wiha got: "Gelê me bi bedelên mezin û têkoşînek bêhempa Newrozê heta îro anî. Gelê me nîşan da ku wê tu demê dest ji xeta siyaseta demokratîk bernede. Em ê bi awayê herî xweşik û xurt xwedî li daxwazên gelê xwe derkevin û em ê bi berxwedanê helbet vê keştiyê bigihînin bendergehê. Bi milyonan xelkê me ku daketin meydanan û ewqasê ku nehatin meydanan jî bersiva pêwîst dan wan kesên ku bêyî HDP’ê dixwazin xeyala Tirkiyê pêk bînin. Bi milyonan kes li dijî hewldana girtina HDP’ê, betalkirina parlamenterên me, desteserkirina şaredariyên me derketin û gotin ‘hûn nikarin îradeya me aseteng bikin û bieciqînin’. Xelk dikare berisva hesabê şaş bide. Di vê Newrozê de gel carek din vê yekê nîşan da. Ev newrozek ciwan bû. Li meydanan ruhê ciwanan hebû. Li tevahiya meydanan ciwanan bersiva tirsa wan da û carek din ên dixwazin wan bitirsînin xwe xapandin. Gelê me carek din li meydanan hêviyê taze û dubare kir. Peyamên li qadên Newrozê hatin dayîn divê baş were nirxandin û ev desthilat guh bide daxwazan û hişyariyan.”
Sancar têkilî doza girtina HDP'ê jî got, ''Ji doza tolhildanê pê ve ne tiştekî dî ye'' û wiha domand: ''Ji dijminatiya tecrûbeya siyaseta demokratîk a gelê Kurd pê ve ne tiştekî dî ye. Ji wê hêrs û hewldanê ku bi temamî rawestandina meşa aştiya birûmet, demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd pê ve ne tiştekî dî ye. Ti aliyekî hiqûqî yê vê dozê nîne. Aliyekî wê yê ku bi hiqûqê gotebêjiya wê were kirin nîne. Ji ber ku li vî welatî hiqûq nîne, dad nîne.''
Sancar bi domdarî got doza girtinê ne li Daraza Bilind a Tirk lê li Qesra Erdogan hatiye hazirkirin û got, ''Heke hûn bipirsin û bibêjin, ''dozgerê dozê kî ye?'' helbet ne Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind e. Dozgerê vê dozê serê desthilatê ye. Doza girtinê ne li avahiya Serdozgeriyê ya Komarê ya Daraza Bilind lê rasterast li Qesrê hatiye hazirkirin. Ji ber vê, yên ku weke ku meseleyeke hiqûqî be nîqaş dikin beleheq xwe diwestînin, ez bang dikim ku were dîtin bê ka mesele çendî jiyanî ye, çendî siyasî ye û ji vî alî ve li meselê binerin û li ser were axaftin.''
Sancar got, ''Ev doz lixwemikurhatina xilasbûna desthilatê ye'' û wiha domand: ''Îdîaneme lixwemikurhatinek e. Heke mirov ji vê re bibêje îdîaneme jî ev qedirdayinek e. Ji danezana desthilatê pê ve ne tiştekî dî ye.
Parçeyek ji plana jiçokxistinê ye, her wiha manîfestoya tolhildanê ye. Ev doz, doza tolhildanê ye şaredariyên mezin e ku bi dest nexistine. Doza tirsê ye ku di hilbijartina pêşî de desthilat wê têkçûneke mezin bixwe. Ev doz li dijî polîtîkayên şer ji bo ku em aştiyê diparêzin, doza cezakirinê ye. Ev doz doza girtina rê ya li lêgerîna aştî û demokrasiyê ye.''