Êrîş û terora AKP'ê li Qibrisê hat şermezarkirin

Li Qibrisê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a PYD'ê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hat organîzekirin. Di çalakiyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk sûcê şer dike.

Çalakgeran diyar kirin, ku dewleta Tirk hiqûqa şer a navneteweyî nas nake û dan zanîn, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hewl dide rê li ber 3. şerê cîhanê veke.

Çalakgeran dosyayek li ser sûcên şer ên AKP dike, pêşkêşî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kirin. Heyeta Neteweyên Yekbûyî diyar kir, ew ê dosyayê ji navenda xwe ya li Washîngtonê re bişînin.