Erdogan wê biçe Cinêvê?

Ku Erdogan biçe Cinêvê, rewşa Erdogan ku ev saleke neçûye Ewropa an jî nekarî biçûya jî wê bi dawî bibe.

Di hevdîtinên 3. a Qibrisê de ku li Cinêvê berdewam dike, alî îro wê nexşerêyê raber bikin. Ku li hev bikin, sibe di jêr kontrola NY’yê de, bi tevlêbûna welatên garantor Tirkiye, Yewnanîstan û Ingîltere, wê bi konferanseke navneteweyî xala dawî li hevdîtinan were danîn. Girseyeke mezin jî xwe amade dike ku Erdogan şermezar bike.

Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hevdîtinên Qibrisê ku ji 9’ê Çile ve li ofîsa NY’yê li Cinêvê dest pê kirî, di roja 3. de berdewam dike. Hevdîtinên di navbera Serokkomarê Komara Qibrisê ya Bakur a Tirkiyê Mustafa Akincî û Lîderê Rûme Nîkos Anastasîadîs de ji 9’ê Çile ve dest pê kiribû, îro piştî ku her dua liyan nexşerêya xwe dan wê bi dawî bibe. Heke li her nexşerêyên ku hatine raberkirin lihevkirinek çêbibe, bi pêşengiya NY’yê bi tevlêbûna Tirkiye, Yewnanîstan û Ingiltere sibe wê konferanseke navnetewî ya berfireh wê çêbibe. Di konferansê de Yekîtiya Ewropa jî wê weke çavdêr amade bibe.

Muzakereyên ku bi çavdêriya NY’yê 9’ê Çile dest pê kirî, ji 6 beşên sereke yên wekî xak, milk, têkiliyên bi YE’yê re, ekonomî, pêbawerî, garantî, parvekirina hêzê û rêveberi pêk tê.

Tê payin ku alî di van beşên sereke de li hev bikin wê hevdîtin bi ser bikevin.

ERDOGAN WÊ TEVLÊ BIBE?

Nûnerê Taybet ê Qibrisê yê NY’yê Espen Bart Eîde diyar kir, tevlêbûna welatên garantor a li civîna çapemeniyê wê li gorî muzakereyên di nav lîderan de diyar bibe ku 12’ê Çile wê ev muzakere werin kirin.

Di vê pêvajoyê de ku hevdîtinên Cinêvê berdewam dikin, di navbera welatên garantor Tirkiye û Yewnanîstanê de dîplomasiyeke zêde heye.

Di hevdîtinên  dîplomasiyê yên di navbera du welatan de, ji hêla hikûmeta Yewnanîstan û reyedaran ve hate ragihandin ku biryara tevlêbûna Erdogan û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras a li Cinêvê, girêdawî wê ye ku nexşerêya lîderên Qibrisê qebûl bikin, ku nexşerê wê îro were raberkirin.

Ku Erdogan biçe Cinêvê, rewşa Erdogan ku ev saleke neçûye Ewropa an jî nekarî biçûya jî wê bi dawî bibe.

ERDOGAN WÊ WERE PROTESTOKIRIN

Li hêla din piştî ku hate bihîstîn dibe ku Erdogan were Cinêvê rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Swîsre, Tirkiye û Kurdistanê  bi mebesta ku Erdogan şermezar bikin dest bi haziriyan kirin. Haziriyên çalakiyê ku bi dirûşma ‘Em li Cinêvê dîktator naxwazin’’ li medya civakî hatî destpêkirin di demeke kurt de xwe gihandine bi hezaran kesî. Di wan saetan de ku têp ayin Erdogan wê li ber NY’yê be, bi hezaran kes li ber buroya NY’yê wê amade be.

Ji hêla rêxistinan ve ku wê tevlî çalakiyê bibin daxuyanî hate dayin, Erdogan sûcdarê şer hate ragihandin, bal kişandin ser binpêkirinên mafê mirovan ên li Kurdistanê û Tirkiyê. Di daxuyaniyê de hate gotin Erdogan tenê bi sedema sûcên şer ên ku kirin divê bikeve NY’yê û bang hate kirin ku sibehî her kes saet 12.00’an li ber NY’yê amade be.