Erdogan vê carê jî Qibris bi dagirkirinê tehdîd kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Qibris bi ‘mudaxeleya leşkerî’ tehdît kir.

Erdogan di civîna koma partiya xwe AKP’ê de axivî û Qibris tehdît kir a ku endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye.

Erdogan got, “Bila nebêjin qey haya me ji lêgerîna gazê ya li nêzî Qibrisê û giravên tehtan ên li Egeyê tune. Em wan hişyar dikin ku bila li Qibris û Egeyê hesabekî şaş nekin.”

Erdogan îddîa kir ku, Qibris, Ege û Efrîn ‘heqê’ wan e û got, “Ji bo me Efrîn çi be, mafên me yên li Ege û Qibrisê jî ew e. Tê dîtin ku operasyona ‘Çiqlê Zeytûnê’ çi qasî rast e. Keştiyên me yên şer û hêzên me yên hewayî ji bo mudaxeleyekê her dem amade ne.”

YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ TIRKIYE HIŞYAR KIR

Ji ber ku artêşa Tirk rê li ber lêgerîna gaza xwezayî ya li Behra Spî digire, alozî zêde dibe. Qibrisê roja Yekşemê diyar kiribû keştiya şîrketa petrolê ya Îtalyan a bi navê Enî dema diçû herêma ku li gaza xwezayî bigere, hatiye astengkirin.

Komîsyona Ewrûpayê nerazîbûn nîşanî vê astengkirinê da. Berdevkê Komîsyonê got ku, “Divê Tirkiye li gorî têkiliyên cîrantiyê tevbigere û li dijî welatekî ku endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye divê dûrî tehdîdan be.”

Wezareta Karê Derve ya Yewnanistanê jî bang li Tirkiyeyê kir ku bila çalakiyên derhiqûqî neke.