Erdogan krîz ava kir, patron karkeran ji kar derdixînin

Li Tirkiyeyê krîza aborî kûr dibe û li fabrîkeyan karker ji kar tên derxistin.

Di vê krîza aborî de karkerên sektora tekstîlê ji kar tên derxistin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgunê li Dîlokê karker ji kar tên derxistin. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku fabrîke jî tên girtin.

Nûneriya Çûkûrovayê ya Sendîkaya Dev-Tekstîlê diyar kir ku li Dîlokê bi sedan karker ji kar hatine derxistin.

Li gorî nûçeya rojnameyê ew ê piştî cejnê bi girseyî karkeran ji kar derxînin.

PATRON DIXWAZIN KRÎZÊ JI XWE RE BIKIN FIRSEND

Dev-Tekstîlê diyar kir ku patron dixwazin krîzê ji xwe re bikin firsend û bal kişand ser vî tiştî ku patron karkeran ji kar derdixînin.

Bîlançoya sendîkayê wisa ye:

Îdeal Hali: Gelek karker ji kar hatine derxistin û fabrîke 25 roj in girtiye. Ji karkeran hatiye gotin, heke kar baş bû em ê gazî we bikin.

Şîrecî: Heta niha bi sedan karker ji kar hatine derxistin.

Sanko: Tê diyarkirin ku herî kêm 300 karker ji kar hatine derxistin. Hin karker diyar dikin hejmara rastîn ji vêya zêdetir e.

Zekî Mencûat: 3 fabrîkeyên xwe girtiye. Tê gotin ku 150-200 karker ji kar derxistine.

Festîval Hali: Tê diyarkirin ku herî kêm 70 karker ji kar hatine derxistin û ew ê gelek karkerên din jî ji kar werin derxistin.

Zafer tekstîl: Ji ber zêdebûna dolar karker ji kar tên derxistin.

Flora Hali û Gurteks: Tê diyarkirin ku şirîkan di nava çend mehên dawîn de 300 karker ji kar derxistine. Li gorî karkeran hilberîn heye lê ji ber ku nikarin berheman bifiroşin, karker ji kar tên derxistin.

Merînos: Beşek hatiye girtin û tê gotin ku 250 karker ji kar hatine derxistin.

Naksan Holdîng: Nêzî 100 karker ji kar hatine derxistin.

Rîva Hali: Bêyî ku tazmînatê bidin, karkeran ji kar derdixînin. Ev fîrma li Senayiya Organîza ya Dîlokê bi dayîna meaşên kêm tê naskirin û nêzî AKP’ê ye. Ji ber vê jî tu kontrol li ser wê nayê kirin.