Erdogan got Idlib Çenakale ye û daxwaza agirbestê kir!

Erdogan ê li bendê ye ku 5’ê Adarê li gel Pûtîn bicive, ji derveyî Rûsyayê her kes tehdîd kir. Erdogan ji Pûtîn daxwaz kir ku ‘agirbestê pêk bîne’ û îdîa kir ku ‘Idlib bi qasî Çanakaleyê axa welat e’.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li bendê ye ku 5’ê Adarê li gel Serok Dewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn bicive, agahiya kuştina leşkerên Tirk ên ji Idlibê dewam dike.

SOHR diyar kir ku li rojhilatê Idlibê şerê di navbera rejîma Sûriye û dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike, destnîşan kir ku 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, 7 leşker jî birîndar bûne.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama bomberdûmana artêşa Sûriye ya li dijî nuqteyeke ya leşkerên Tirk a li El Tirinbe û El Mestumayê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, 7 leşker jî birîndar bûne.

GELEK LEŞKERÊN TIRK MIRINE

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku bi kêmanî 9 leşkerên Tirk mirine û kuştî û birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê. Lê Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku tenê 3 leşkerên wan hatine kuştin.

‘TABÛREK LEŞKER MIRIN’

Ajansa Mezopotamya jî destnîşan kir ku leşkerên li baxçeyê Nexwexaneya Dewletê ya Reyhanlî ku kuştî û birîndarên Tirk anîbûnê gotin: “Tabûrek leşker mirine.”

RÛSYA JI ESMANAN VE ÊRÎŞÊN XWE DIDOMÎNE

Li aliyê din êrîşên esmanî yên Rûsya ya li herêmê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dike. SOHR ragihand ku balafirên şer ên Rûs duh bajarên Serakib, Biniş, Afîs, Sirmîn ên girêdayî Idlib û bejahiya Helebê û dîsa bajarokê Tukad 81 êrîşên esmanî pêk anîn.

POLÎSÊN RÛSYA JI SARAQIBÊ VEKIŞIYAN

SOHR ragihand piştî ku bajarokê Seraqîb a Idlibê hate girtin û şûnde polîsên leşkerên Rûs ên li herêmê bi cih bûbûn, vekişiyan. Hate ragihandin ku sedemê vekişînê jî êrîşên dijwar ên çeteyên ku dewleta Tirk wan destek dikine.

RÛSYA: TIRKIYE PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE

Rûsya diyar kir ku navendên wan ên leşkerî yên li Sûriyeyê her roj ji aliyê topxaneyên li Hmeymînê ve tên topbarankirin, bi vê yekê Tirkiye peymanên navneteweyî binpê dike.

ÎDÎAYA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Navenda Lihevanînê ya Rûsya ku li Sûriyeyê ye îdîa kir ku çeteyên Heyet Tahrîr el Şam hewl dane çekên kîmyewî li bajarokê Seraqîb a Idlibê bikar bîne.

PEYAMÊN DAGIRKERINA ROJAVA Û BAŞÛR

Erdogan ê îro di civîna partiya xwe de axivî peyamên dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê ku weke ‘pirsgirêka man û nemanê ya Tirkiyeyê’ da nîşandan.

Erdogan got: “Parastina Stenbol, Enqere, Îzmîr, Entalya, Trabzon, Erzirom û Rihayê; Efrîn, Idlib, Minbic, Cerablûs, Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê Qamişlo, Başûrê Kurdistan û heta Lîbyayê ye, gelê Tirk vê dizen û xwedî li têkoşîna tê kirin derdikeve.”

ERDOGAN JI DERVEYÎ PÛTÎN HER KES TEHDÎD KIR

Erdogan ê di civînê de di serî de CHP, Ewropa, Rêveberiya Sûriye, Kurd her kes tehdîd kir, bal kêşe ku têkildarî Rûsyayê yek gotin jî nekir. Vê mijarê di pirsên rojnamevanan de bersivan.

HÊVIYA ERDOGAN A AGIRBESTÊ

Li ser pirsa ‘Beriya serdanê daxwazeke nû ya Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê heye an ne?’ Erdogan got: “Niha ti daxwazek tine. Têkildarî daxuyaniya Nûnerê Taybet ê DYE yê Sûriyeyê James Jeffrey a ‘em dixwazin amûrên leşkerî bidin’ Erdogan got: “Min ji bo Birêz Trûmp ev daxwazên xwe ragihandiye.”

ERDOGAN: IDLIB BI QASÎ ÇENEKALE XAKA WELAT E

Erdogan ê pirsa ‘Kiliçdaroglû tu dizanî Idilib bi qasî Çanakale xaka vî welatî ye?’ bedewariya wî ya ji hevdîtina bi Rûsyayê re jî ‘pêkanîna agirbestê’ ye.”

ARMANCA AKAR ÇARESERÎ YE, LÊ ŞER DIKE!

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ê beriya hevdîtinê daxuyaniyek da, têkildarî hevdîtina Erdogan û Pûtîn a sibe got: “Armanca me çareserî ye, bi rêbazên aştiyane û siyasî çareser bibe.”