'Em xwedî li îmzeyên xwe yên ji bo aştiya civakî derdikevin'

Ji sînemavanên destek dan belavoka 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' Îlham Bakir diyar kir, hewl tê dayîn mekanîzmayeke otosansurê li nava civakê were afirandin.

433 sînemavanên mohra xwe danîn binê kampanya ji bo destekkirina Însiyatîfa Akademîsyenan a ji bo Aştiyê, bi hinceta 'pesnê sûc û sûcdaran dane' ketin ber lêpirsînê.

Sînemavan Îlham Bakir ku yek ji wan sînemavanan e ketiye ber lêpirsînê, destnîşan kir ku di her serdema dîrokê de hunermendan li dijî desthilatdaran li cem aştiya civakî cih giritne. 

Bakir bibîr xist, ku Akademîsyenên ji bo Aştiyê bi belavoka xwe xwestin nîşan bidin, ku welat bi lez dikeve nav aşer, bingeh ji şerê navbera gelan re tê amadekirin û ev hemû jî ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên desthilatdarî di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de dike, rû daye.

Bakir got, "Akademîsyenan bi gotina 'em ê nebin hevparê vî carî' çareseriyek li derveyî şîdeta desthilatdariyê afirandin. Her mirovekî ji welatê xwe hez dike û dixwaze xizmetê ji mirovahiyê re bike, her akademîsyenekî diviyabû helwesteke bi vî rengî nîşan bida."

Bakir bal kişand ser lêpirsîn, avêtina ji zanîngehan, binçavkirin û kampanya lînçkirina van akademîsyenan û got, "Li dijî vê kampanya lînçê, ji bo em nîşan bidin ku nêrîna me û ya akademîsyenan yek e, me jî mohra xwe danîn binê vê belavokê."

'ARMANCA LÊPIRSÎNAN, AFIRANDINA MEKANÎZMAYEKE OTOSANSURÊ YE'

Bakir bibîr xist, ku ji ber kampanya wan a destekkirina belavoka akademîsyenan, bi hinceta 'pesnê sûc û sucdaran dane' lêpirsîn li wan hatiye vekirin û anî ziman, çend armancên vê lêpirsînê heye.

Bakir destnîşan kir, ku yek ji van armancan şikandina rêxistinbûna li qada huner û sînemayê ye, ya duyemîn bi krîmînalîzekirina sînemavanan re, sînemavan ji fona Wezareta Çandê ya hin serdeman bêpar bên hiştin û ya sêyemîn û ya herî girîng jî ew e ku li ser rewşenbîr û entelektuelan 'otosansur' bê ferzkirin.

Bakir got, "bi vî awayî, hunermendên bitirsin wê rexneyê li pêkanînên desthilatdariyê nekin, hesabê binpêkirinên mafên mirovan nepirsin, bêdeng bimînin û bêyî ku destê xwe bide tiştekî 'hilberînê' bike.

'SIBE DIBE KU GELEKÎ DERENG BE'

Bakir destnîşan kir ku ew xwedî li îmzeya xwe derdikeivn û heta dawiyê ew ê alîgirê aştiyê bin. Bakir diyar kir, divê hemû rewşenbîr, entelektuel û mirovên daxwaza jiyana hevpar dikin, bi şiyara 'dibe ku sibe dereng be' li hev bicivin, dengê xwe bilind bikin û got, "Em hunermend, şert û merc çi dibin bila bibin em ê hunera xwe hilberînin. Eger em îro ji windakirinê bitirsin û dengê xwe bibirin, fatûreya sibe ya windakirinê wê girantir be."