'Em li Cinêvê diktatoran naxwazin'
Rêxitinên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku bi dirûşma "Em li Cinêvê diktatoran naxwazin" li pêşiya avahiya NY kom bûn, Serokkomarê Tirk Erdogan protesto kirin.
Rêxitinên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku bi dirûşma "Em li Cinêvê diktatoran naxwazin" li pêşiya avahiya NY kom bûn, Serokkomarê Tirk Erdogan protesto kirin.
Siyasetmedarên Swîsreyî yên ku di çalakiyê de axivîn diyar kirin ku Erdogna li Tirkiye û Kurdistanê bi vekirî sûcê mirvahiyê dike, daxwaz kirin ku divê NY heyetekî serbixwe ava bike û rêya lêpirsînkirina Erdogan a li UCM'ê bidin vekirin.
Bi beşdariya Wezîrên Karê Derve yên li ser navê welatên garantor ku plan dikirin beşdarî hevdîtinên Qibrisê ku li borûya NY'ya Cinêvê dewa dikin, çalakiyên ji aliyê rêxistinên Swîsreyî, Tirkiyeyî û Kurdistanî ku ji bo Erdogan protesto bikin, ji berê de plandikir ku çalakiyan li dar bixe, îro li qada NY'yê çalakiya protestoyê li dar xistin.
Bi sedan Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyiyên ku di pêşengtiya Hevparên Swîsreyî yên HDK'ê, Dem-Kurd, Partiya Sosyalîst a Cinêv, Keskan, Maîson Popûlaîre de Geneve, Tevgera Jina Kurd, Foûrmî-Roûge-Vaûd, Partiya Karkeran a Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, SolîtarîteS, CGAS, FEDA'yê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn, pêkanînên antî-demokratîk ên Erdogan protesto kirin, daxwaz kirin ku divê Erdogan di ÛCM'ê de bê darezandin.
Çalakvanên ku pankart û dowîzên bi nivîsên "Erdogan bidin lêpirsînê", "Diktator Erdogan", "Kujer Erdogan" û dirûşmên "Kujer Erdogna", Terorîst Erdogan" û "Bijî Yekîtiya Navneteweyî" hatin qîrkirin.
KOÇ: ERDOGAN JI QETLÎAMÊN LI EWROPAYÊ TÊN KIRIN JÎ BERPIRSE
Di çalakiya li pêşiya avahiya Neteweya Yekbûyî hate lidarxistin de, ewlekariyeke mezin hate girtin, destpêkê Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç axivî û diyar kir ku Erdogan li Tirkiye û Kurdistanê qirkirinê dide meşandin. Koç destnîşan kir ku nehatina Erdogan a Cinêvê girêdayî qetilkirin û qirkirinên li Kurdistan û piştgiriya navneteweyî ye. Yukesl wiha got: "Îro bi vê piştgiriya we ya neteweyî û rûhê berxwedanê Erdogan cesaret nekir were Cinêvê. Erdogna ne tenê ji qirkirin û qetlîamên li Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de berpirsyarên qetlîamên DAIŞ'ê yên li Ewropayê dike jî berpirse. Em carekî din li vir bang dikin, Erdogan gel qetil dike û divê bê darezandin.
SOLÎTARÎTE: DIVÊ LI DIJÎ ERDOGAN PIŞTGIRIYA NETEWEYÎ BÊ XURT KIRIN
Piştî Koç li ser navê SolîtarîteS Mannela Honegger mafê axaftinê girt diyar kir ku Erdogan diktatorekî dest bi xwîne û bi vî awayî tê naskirin. Honnegger destnîşan kir ku divê li dijî Erdogan piştgiriya navneteweyî hê zêdetir bê xurt kirin. Honngger da xuyakirin ku li Tirkiyeyê Erdogan şer li ser gel dide ferzkirin û dixwaze bi tena xwe desthilatdariyê bi rêve bibe, divê Erdogan ji ber kiryarên xwe li dadgehên navneteweyî bê darezandin.
SOMMARÛGA: TIRKIYE VEDIGERE WELATEKÎ FAŞÎST
Piştre jî Parlementerê Netewî yê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Carlos Sommarûga axivî û diyar kir, her ku diçe Tirkiye ber bi neteweyekî faşîst ve diçe. Sommarûga daxwaz kir ku divê dezgehên navneteweyî pêşiya Erdogan bigirin. Sommargûga bal kişand ser asta şer a li Kurdistanê tê meşandin û girtina parlementerên HDP'ê û diyar kir ku pêkanînên piştî 15'ê Tîrmehê û şûn de Erdogan li ser Tirkiyeyê bi taybet Kurdan dide meşandin nayê qebûlkirin.
Sommargûa diyar kir ku divê Swîsre hemû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bide rawestandi û got: "NY her kesê ku aştiyê dixwaze baş pêşwazî dike, lê bi bihîstina hatin Erdogan re bertekên ku hatin raber kirin, hate nîşandan ku Erdogan li ti deverê nayê xwestin."
GOMEZ: BI PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ RÊYA DIÇE DIKTAROIYÊ DIDE BIRÎN
Parlementerê Kantona Cinêvê Alfonso Gomez axivî û rexne li pêkanînên dagirkeriyê ya Tirkye ya li ser xak Rojava û Sûriyeyê dimeşîn kir. Gomez binî xet kir ku divê bi piştgiriya navneteweyî rêya diçe diktatoriyê bê birîn.
DIVÊ ERDOGAN LI UCM'Ê BÊ DAREZANDIN
Dîsa hevseroka berê ya Keskan Remy Pganî jî axivî, her wiha di axaftinên çalakiyê de ku Demîr Çelîk, li ser navê HDK'ê Savaş Demîr û akademîsyen Çagla Aykaç kirin, Erdogan weke diktator pênase kirin û diyar kirin ku divê NY'yê gavên şênber ji bo ku Erogan li ÛCM'ê bê darezandin bavêje.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên "Em li Cinêvê diktatoran naxwazin" û " Kujer Erdogan" bi dawî bû.