'Em dê salvegera PKK’ê li Amedê bi Ocalan re pîroz bikin'

'Em dê salvegera PKK’ê li Amedê bi Ocalan re pîroz bikin'

Li bajarê Almanya Dortmundê bi boneya 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê şevbêrkek hate lidarxistin. Di axaftinên di şevbêrkê de hatin kirin hate diyarkirin ku bi têkoşîna PKK’ê Kurd hatine serd ika siyasetê û hat destnîşankirin ku nifşek nû hatiye afirandin.

34’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ya ku 27’ê Mijdara 1978’ê li gundê Fîz ê navçeya Licê ya Amedê hate damezrandin, li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Bi vê boneyê li bajarê Dortmunda Almanyayê şahiyek hate lidarxistin. Zêdetirê 2 hezar kes beşdar bûn û di şahiyê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin qêrîn. Her wiha posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin vekirin.

Felat Marînos di şevbêrkê de axivî û bal kişand ser dîroka PKK’ê. Marînos diyar kir ku bi rêbertiya Ocalan PKK’ê nişfekek nû afirand û got: “Di têkoşîna azadiya Kurdan de bi hezaran mirov şehîd bûn. Van şehîdan nifş û civakek nû afirand. Ev destkeftî bi têkoşîna PKK’ê derketin holê. Ev 34 sal in têkoşîn azadiyê tê meşandin. Ev di serî de keda şehîdan û me hemûyan e. Pêşengê vê yekê Rêber Apo ye. Ev 14 sal in di hucreyekê de li ber xwe dide. Em soz didin ku em ê Serok Apo ji tecrîdê rizgar bikin û em ê bi hev re salvegera PKK’ê li Amedê pîroz bikin.”

Piştî axaftinan stranbêj Çetîn Oraner û hin hunermendên herêmî derketin ser dikê. Şahî heta derengiya şevê bi govendê bi dawî bû.