Welatiya Elman Meşale Tolû ku ji bo Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) weke nûçegihan û tercûman dixebitî, Gulana par li Stenbolê hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê. Di encama hewldanên Elmanyayê de Tolû meha Kanûnê hate berdan. Lê belê dadgehên rejîma Erdogan derketina derveyî welat li Tolû qedexe kiribûn û bi vî rengî nedihişt ku vegere Elmanyayê.
Qedexeya der barê Tolû doh hate rakirin. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas rakirina qedexeya derketina derveyî welat a der barê Tolû weke nîşaneya sererastbûna têkiliyên bi Enqereyê re nirxand. Lê belê li Tirkiyeyê hîn jî gelek welatiyên Elman ji aliyê desthilatdariya Erdogan ve dîl tên girtin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Elman ve hatin dayin, hejmara welatiyên Elman ên ji ber sûcdariyên siyasî li Tirkiyeyê girtî ne 7 e. Lê tê gotin ku ev hejmar zêdetir e. Ji ber ku meqamên Tirk gelek caran agahiyên li ser welatiyên Elman bi derengî didin Wezareta Karên Derve ya Elman.
LI 35 WELATIYÊN ELMAN DERKETINA DERVEYÎ WELAT HATIYE QEDEXEKIRIN
Tê gotin ku meqamên Tirk li 35 welatiyên Elman derketina derveyî welat qedexe kirine. Li gorî agahiyan ev welatî ji ber ku hem welatiyên Tirkiyeyê ne, hem jî yên Elmanyayê ne, dewleta Tirk pêkanîneke wiha li ser wan ferz dike.
Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas li paytext Berlînê ji çapemeniyê re axivî, bal kişand ser welatiyên Elman ên bi neheqî li Tirkiyeyê girtî ne û got, "Girtîhiştina 7 welatiyên Elman ji bo me rewşeke nayê qebûlkirin." Lê balkêş e ku hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel ji bo van kesan tiştekî nake.
Piraniya van welatiyan ji ber ku li ser medya civakî rejîma Erdogan rexne kirine û li Elmanyayê ji ber karên xwe yên siyasî ji aliyê sîxurên MÎT'ê ve hatine şopandin, hatine girtin. Welatiyên girtî yên haya rêveberiya Berlînê jê heye:
ÇEND JI WELATIYÊN ELMAN ÊN GIRTÎ KU RÊVEBERIYA BERLÎNÊ GUH NADE WAN
Îlhamî A.: Li Hambûrgê ajokariya taksiyê dike. Ji bo serdana malbata xwe çû navçeya Depê ya Xarpêtê lê hefteya bihurî li Tirkiyeyê hate destgîrkirin. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan rexne kir, bi sûcdariya "Propaganda rêxistinê" hate girtin û ew şandin girtîgeha Xarpêrtê.
Dennîs E.: Piştî ku meha Tîrmehê li Hatayê hate destgîrkirin, bi îdîaya "propaganda PKK'ê" hate girtin. Tevî ku tenê welatiyê Elman e, balkêş e ku Elmanya ji bo azadiya wî tiştekî nake.
Ozan Canê: Hunermenda Kurd ku mala wê li Kolnê ye, di dema hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji bo destekê bide HDP'ê çûbû Tirkiyeyê. Di dema mîtînga HDP'ê ya Edîrneyê de hate destgîrkirin û ji ber ku di fîlmekî der barê têkoşîna YPG/YPJ'ê de rol lîst û wêneyên bi şervanên YPG'ê re kişand, hate sûcdarkirin.
Adil Demîrcî: Sosyolog û rojnamevan Demîrcî yê mala wî li Kolnê ye, meha Nîsanê ji bo dayika xwe ya nexweşa kanserê ziyaret bike çû Tirkiyeyê, lê li Stenbolê hate girtin. Tevî kampanya gelek rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên li Elmanyayê jî, rêveberiya Berlînê ji bo Demîrcî zextê li rejîma Enqereyê nake.