Ektîren a 59 roj e di grevê de ye: Serdan hêz dide min

Gurbet Ektîren a di greva bêdawî-bêdorveeger de ye, piştî ku 8’ê Adarê ji Girtîgeha Bakirkoyê hate berdan û şûnde grevê li mala xwe didomîne.

Gurbet Ektîren ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan dest bi grevê kiribû. Ektîren a 8’ê Adarê hate berdan, greva xwe li mala xwe ya li navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne.

Ektîren a 59 roj in di grevê de ye, rêveberên HDP’yî, Parlementer Meral Daniş Beştaş û Omer Ocalan li gel Dayikên Aştiyê serdan kirin.

Kesên çûbûn serdanê piştgiriya xwe ya ji bo Ektîren anî ziman, li ser rewşa girtiyan agahî girtin. Ektîren jî piştî ku daxwazên xwe dubarekir, anî ziman ku ji serdanan hêzê digirin û moralê dide wan.