Ehmedî: Agirê li Rojhilata Navîn wê bi Îranê ve jî bikeve!

Endamê Konseya KODAR'ê Hecî Ehmedî diyar kir, agirê li Rojhilata Navîn wê bi Îranê ve jî bikeve û got, "Eger Kurd bibin yek, wê Komara Îslamî nikaribe zêde li ber rabe. Kurd wê bibin xwedî maf."

Serokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û endamê Konseya Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Hecî Ehmedî şerê li Rojhilata Navîn, pêvajoya heyî ya li Îranê û rewşa Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

LI ROJHILATA NAVÎN 3. ŞERÊ CÎHANÊ DIQEWIME

Ehmedî diyar kir, li Rojhilata Navîn niha şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û got, "Ne şerekî leşkerî ye, şerekî siyasî ye. Mînak; li Sûriyeyê hemû dewlet hene. Rûsya, Amerîka, Îran, Tirkiye û welatên Ewropayê. Li Iraqê jî heman welat hene. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Şerê ku niha tê kirin şerê vê yekê ye."

Têkildarî rewşa Îranê Ehmedî got, "Li Îranê êdî rewş mîna berê nameşe. Ev agir wê di demeke nêz de bi Îranê ve jî bikeve. Li Îranê 6-7 neteweyên mezin hene û hemû jî li ser axa xwe dijîn. Lê belê ti ji wan xwedî mafên xwe yên neteweyî, nasname, çand û ziman nîne. Azad nînin. Di nava zext û zordariyê de dijîn."

Hecî Ehmedî anî ziman, ku ji bilî Farsan, neteweyên Kurd, Azerî, Tirkmen, Bellûcî û Ereb li Îranê di nava rejîmeke zordar û Îslamiyeke Fûndamentalîst de dijîn.

Ehmedî bibîr xist, ku li cîhanê dostekî Îranê nîne û got, "Ev gelên min navên wan anî ziman jî, aciz in. Ji ber vê yekê ne li hundir ne jî li derve, dostekî rejîmê nîne. Kêm jî be rêxistinbûneke van gelan heye û ji bo mafê xwe têdikoşin. Daxwazên wan ên neteweyî û azadiyê hene. Emrê sîstema bi dîkta tê birêvebirin dirêj nîne. Ji ber vê yekê, Îran ya wê di nava xwe de xwe biguherîne, ya jî neçar bimîne ku parçe bibe."

LI ÎRANÊ YA WÊ GUHERÎN PÊK WERE, YA JÎ ŞER DERKEVE

Endamê Konseya KODAR'ê Hecî Ehmedî bibîr xist, ku Donald Trûmp piştî bû Serokê DYA di gelek axaftinên xwe de got, divê rejîma Îranê bê guhertin û wiha dewam kir: "Ev gotin ne cara yekê ye tê ziman. Tiştên bi vî rengî di dema George Bûsh, Bîll Clînton û Barack Obama de jî hatin axaftin. Ji ber vê yekê, wê çawa çêbibe pê nizanim, lê belê şer wê li nava Îranê jî der bibe. Yanî li gorî min wê li Îranê jî şer dest pê bike. Îran ya wê biguhere, ya jî wê şer wê lê rû bide. Sedema vê jî destwerdana Îranê li Iraq, Lubnan û Sûiyeyê ye. Tirsên Îsraîlê jî hene. Ji ber vê yekê, weke gava destpêkê dixwazin bandora Îranê ya li ser Iraq û Sûriyeyê bişikînin. Wê demê wê ji Lubnanê jî hatibe vekişandin. Gava duyemîn jî destpêkirina şerê navxweyî ye. Ji xwe taybetmendiyeke Îranê jî ev e; şerê xwe timî li derve dike. Şer li Iraq, Sûriye, Lubnanê dike û heta jê tê nahêle bigihêje Îranê. Ji ber vê yekê, eger ji van cihan bê derxistin, wê ji neçarî şer li nava Îranê dest pê bike. Hingî wê dawî li Îranê bê. Wê pêwîstî bi destwerdana leşkerî ya DYA ya jî welatên rojavayî nebe. Tenê destekê bide van gelan, wê ev yek têrê bike."

HÊZA KURDAN HEYE, LÊ YEK NÎNIN

Li ser rewşa Kurdan jî Hecî Ehmedî ev nirxandin kir: "Eger li Rojhilatê Kurdistanê em bibin yek, wê Komara Îslamî neçar bimîne doza Kurd çareser bike. Ji ber ku hêzeke me ya mezin heye. Lê em yek nînin."

Ehmedî anî ziman, ku di serî de PDK, Komela, Xebat, Yeksanî, PAJK û PJAK'ê niha zêdeyî 15 rêxistin li Rojhilatê Kurdistanê hene û got, "Ji aliyê hêz ve qels jî bin, karê van rêxistinan dewam dike. Em nikarin bêjin ev mezin e, ew biçûk e. Di dawiya dawî de ewqas rêxistin hene."

Ehmedî diyar kir, her rêxistin bi mejiyê 'her tişt bila yê min be' tevdigere û got, "Rêxistineke sîwanî qebûl nakin. Li Rojhilatê Kurdistanê tenê PDK hebû. Piştre Komela avab û. Heta ku hev qebûl kirin, bi hezaran kes ji hev kuştin. Li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt bû. Bi hezaran kes ji hev kuştin û piştre rabûn li hev civiyan û hikumet parve kirin. Dema rêxistineke nû ava dibe, ya din wê nas nake.

PDK û Komela, heta ku hêza wan li Îranê qetiya ji hev kuştin. Heta ku çûn Başûrê Kurdistanê û piştî ku kes ji wan nema neçar man li hev bikin. Heta çend sal beriya niha li dijî PJAK'ê jî bi heman rengî tevdigeriyan. Niha hêdî hêdî li hev rûdinên. Em dixwazin platformekê di nava rêxistinên Kurdan de ava bikin. Piştre jî hêzeke leşkerî yıa hevpar bafirînin."

Ehmedî destnîşan kir, ku di vî warî de hêvî heye û got, "Lê belê hêzên Başûrê Kurdistanê, yanî PDK di vir de bi roleke neyîn radibe. Hewl dide asteng bike."

EM JI BO ÎRANÊ SÎSTEMA KONFEDERALÎZMÊ PÊŞNIYAR DIKIN

Ehmedî anî ziman, ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, lê li gelemperiya Îranê partiyeke mîna PJAK'ê ya xwedî hêzeke rêxistinbûyî nîne û got," Hêza me bi têra xwe mezin e. Lê belê em şer naxwazin. Ji ber ku şer ne bi kêrî me tê, ne jî bi kêrî Îranê. Ji ber ku şer mirovan dikuje. Lewma heta ji me tê em hewl didin xwe ji şer vegirin. Em hewl didin pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Eger şer derkeve, em ê jî gelê xwe biparêzin."

Ehmedî diyar kir, ew ji bo Îranê sîstema konfederalîzmê pêşniyra dikin û wiha dewam kir: "Ji ber ku sîstema federalîzmê li Îranê nayê. Ji ber çi? Ji ber ku li Îranê 6-7 netewe hene û sînorê wan ne diyar e. Sînor hemû di nava hev de ne. Ne diyar e bê sînorê me yê bi Azeriyan re li ku ye. Ne diyar e sînorê Azeriyan bi Farsan, yê wan jî bi Tirkmenan re li ku ye... Di federalîzmê de sînor hene. Û wê çaxê wê ji ber sînoran bi mîlyonan mirov bimirin. Lê sîstema konfederalîzmê ne bi vî rengî ye. Ji bo her derê derbas dibe. Tê gotin ku li Tehranê mîlyonek Kurd hene. Li Xoresanê 2,5 mîlyon Kurd dijîn. Li bakurê Îranê Kurd hene. Azerî li her devera Îranê dijîn. Tu yê sînorê vê yekê çawa destnîşan bike? Ji ber vê yekê, çareseriya herî rast û di cih de sîstema konfederalîzmê ye. Tu yê li Tehranê weke Kurdekî bijî. Ev ji bo gelên din jî derbas dibe. Her kes wê bi çand û rengê xwe li her devera Îranê bijî. Em vê yekê weke modelekê pêşniyar dikin."