DYA’yê koalîsyona muxalîfên Sûriyeyê bi fermî nas kir

DYA’yê koalîsyona muxalîfên Sûriyeyê bi fermî nas kir

Serokê DYA’yê Barack Obama aşkera kir ku, wana bifermî Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê naskiriye. Rûsyayê jî bertek nîşanî vê biryara DYA’yê da û got; “DYA hemû qertên xwe ji bo serkeftina leşkerên koalîsyonê di leyîze.”

Serokê DYA’yê Barack Obama bi fermî Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê weke “nûnerên rewa” yên gelê Sûriyeyê naskir. Barack Obama ku ji televîzyona ABC re axivî û got; “Me biryar da ku, Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşgerî û Muxalifên Sûriyeyê êdî têr dikin gelê Sûriyeyê temsîl bikin û di nava xwe de bigirin. Em wane weke nûnerên rewa yên gelê Sûriyeyê yên li dijî rejima Esad muxalîfin, dibînîn.”

Obama hişyariya pêwîste li ‘hinek’ komên çekdar yên girêdana xwe bi koalîsyona muxalîfên Sûriyeyê çêkirî hebin û îdîakir ku, DYA dê piştgiriyê nede aliyên zêde lapetî.

EL NÛSRA WEKE RÊXISTINA TERORÊ HATE ÎLAN KIRIN

Obama balkişande ser El Nûsra ya girêdayî El Qaîdeyê ku duh DYA’yê xiste lîsteya terorê û got; “Di nava yên li dijî rejima Esad derkevin, rêxistinek biçûk ya girêdayî El Qaîde El Nûsrî heye û me ew xiste lîsteya terorê.”

RÛSYAYÊ BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DA

Rûsyayê bertek nîşanî DYA’yê da ku, bi awayek fermî Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê nas kir. Li gorî Rûsyayê DYA bi vê pêngava xwe hemû qartên xwe ji bo serkeftina çekdarî ya muxalîfan dileyîzîne.”

Beriya vê jî Tirkiye, Îngilîstan û Fransayê bi awayek vekirî piştgirî didan muxalîfan û Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê ku El Nûsra jî di nav de ye bifermî naskiribûn.