DYA: Helwesta me ya li ser YPG'ê wê neguhere

Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk ên bi israr, rayedarên DYA'yî careke din destnîşan kirin, ku helwesta wan a têkildarî YPG'ê wê neguhere.

Berdevkê Wezareta Parastinê Peter Cook got, "Sekna me ya di vî warî de, ku bi Tirkiyeyê re em ne xwedî heman nêrînê ne, wê bidome."

Peter Cook di civîna çapemeniyê ya li Pentagonê de, li ser peymana navbera DYA û Rûsya ya ji bo sekinandina şerê li Sûriyeyê, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Ji bo pirsa 'Gelo Rûsya wê li gorî peymanê tevbigere yan na, di vî warî de nêrîna Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter çi ye?' Cook da xuyakirin, ku ji destpêkê ve ew Rûsyayê ne li gorî gotinan, li gorî çalakî û helwestê dinirxînin û ev yek jî neguheriye.

Cook di dewama axaftina xwe de got, "Li ser rewşa Kurdên li Sûriyeyê em gelekî bi Tirkiyeyê re axivîn û me desteka xwe ya ji bo komên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bilêv kir. Hin komên Kurd jî di nav wan de hene. Tevî ku em endîşeyên li ser xebatên 'terorê' fêm dikin jî, sekna me ya di vî warî de, ku bi Tirkiyeyê re em ne xwedî heman nêrînê ne, wê bidome."