Aloziya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber vê aloziya fikarên şer û pevçûnên di navbera aliyan de zêde dibe.
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî encamên hevdîtinan ya beriya du hefteyan jî red kir û gef li herêma Kurdistanê xwar. Malîkî got dê ev şerê bibe şerê Kurd û Ereban.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî jî li Kerkukê bi walî û endamên meclisa bajêr re hevdîtin pêk anî. Barzanî paşê çû bajarokê Duzxurmatê û hêzên peşmerge yên li herêmê hatine bicihkirin ziyaret kir.
Li aliyê din, parlementerê meclisa Bexdayê Dr. Mehmud Osman jî daxûyaniyek da û wiha got "Ji hevdîtinan ti encam derneket û her ku diçe hêviyên li hevkirina aliyan kêm dibe, rewş xeter e".