Dr. Maraz: Şoreşa Rojava li parzemîna me jî deng veda

Ji beşdarên meşa Luksembûrg-Cenevreyê Dr. Danîel Maraz ê ji Arjantînê diyar kir ku şoreşa Rojava çavkaniya îlhamê ya cîhanê ye û got, "Vê şoreşê li parzemîna em lê dimînin jî deng veda."

Meşa dirêj a ji Luksembûrgê heta Cenevreyê bi coş dewm dike ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana Efrînê dest pê kir.

Ji beşdarên meşa Luksembûrg-Cenevreyê Dr. Danîel Maraz ê ji Arjantînê diyar kir ku şoreşa Rojava çavkaniya îlhamê ya cîhanê ye û got, "Vê şoreşê li parzemîna em lê dimînin jî deng veda."

Dr. Maraz li ser Şoreşa Rojava û paradîgma konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Hûn ji kengî ve Kurdan nas dikin?

10 sal berê min Kurd nas kir. Min hevalekî li vir dijî nas kir, wî jî ji min re qala Kurdan û têkoşîna wan a azadiyê kir. Ji hingî ve bala min çû ser Kurdan. Her ku min paradîgma konfederalîzma demokratîk a Ocalan xwend, hê bêhtir bala min kişand. Lêgerîna li civaka exlaqî û polîtîk, sosyalîzma demokratîk, lêgerîna avakirina civakê, jineolojî û şoreşa li dora azadiya jinê gelekî bandor li min kirin. Bi taybetî serketina têkoşîna li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm û mêtingeriyê ya li Rojhilata Navîn gelekî bi bandor e.

Şoreşa Rojava li Latîn Amerîkayê çawa tê dîtin?

Şoreşa li Rojava bala me dikişîne. Vê berxwedanê li parzemîna me jî deng vedaye. Tevî ku ji bo Kurdan destketiyeke mezin e, ji bo me jî referanseke. Li Latîn Amerîka û gelek herêmên din ên cîhanê bi vî rengî tê dîtin. Ji ber vê yekê ye ku îro gelek şoreşgerên enternasyonalîst li Rojava li hev dicivin. Bi taybetî, nêrînên Serok Apo û şoreşa ku berhema wî ye gihîşte wê astê ku dewleta Tirk êrîşî wê dike. Modernîteya kapîtalîst ku çavkaniya xwe netewe dewlet e, ev 200 sal in di nava pirsgirêkên giran de digevize. Çareseriya vê yekê konfederalîzma demokratîk e. Ev proje ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn her wiha li Latîna Amerîka jî çareserî ye.

Sîstema netewe dewletê çi feydeya xwe ji gelan re heye?

Gelek omên etnîkî yên dewlemend, cihêrengiyên çandî, hindikahiyên olî yên li gelemperiya cîhanê mixabin ji polîtîkaya netewe dewletê re dikin qurban. Dîrok, nasname, çand û kevneşopiya xwe ji dest didin. Projeya şoreşa ya li Rojava li dijî vê yekê gelan ji nû ve radike ser piyan. Dike ku gel li ser bingeha xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Ev proje li gelên xwecihî yên Latîn Amerîkayê tê.

Dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike. Bi dîtina we, ev êrîş ji bo çi tê kirin?

Dewleta Tirk a terorîst û serkêşê wê Erdogan tevî çeteyên xwe li Rojava bi taybetî li Efrînê êrîşî gelê Kurd dikin. Ketine nava panîkê. Ya rast a ku ketiye nava panîkê ne tenê dewleta Tirk, kapîtalîst û emperyalîst ketine nava panîkê. Ji ber ku modela konfederalîzma demokratîk li dijî xwe weke xeteriyê dibînin. Bêdengiya wan an jî desteka wan a ji bo Tirkiyeyê divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Niha li Efrînê du cîhan li ber hev rabûne. Li aliyekî sîstema netewe dewletê, kapîtalîst û emperyalîst, li aliyê din jî projeya konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre civaka exlaqî, wekhev û azadîparêz heye.

Hûn par jî tevlî vê meşê bûn. Hûn her du meşan bînin ber hev, hûn ê karibin çi bêjin?

Li gorî meşa par, îsal hê bi xurtî û berfireh tê lidarxistin. Ji gelek welatan beşdar hene. Ev yek nîşan dide bê bandora konfederalîzma demokratîk çiqasî belav bûye. Êdî gelê Kurd bi tenê nîne. Li gelek welatan dostên xwe zêde bûne. Bi taybetî li Latîn Amerîkayê. Dixwazim bi taybetî vê bêjim; ji min çi bê xwestin amade me wê bikim.

Agahî ji Ocalan nayê girtin. Lê saziyên navneteweyî yên mîna CPT bêdeng in...

Tecrîda li ser Ocalan şermezar dikim. Ji bo aştî û aramiyê divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Ji ber ku em ji vê rewşê bi fikar in, em îro li vir in. Ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Saziyên mafên mirovan pêwîste di vî warî de bikevin nava liv û tevgerê.