Doza Ozgurlukçu Demokrasî: 5 nûçegihan girtî man

Di doza nûçegihanên Ozgurlukçu Demokrasî de biryar hate standin ku 5 nûçegihan girtî bînin, Pinar Tarlak hate berdan.

Li Dadegeha Cezayê Giran ê 23’yan a Stenbolê doza 6 jê girtî 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hate dîtin, di danişîna pêşî de dozger xwest ku rewşa girtîbûnê ya hemû girtiyan bidome.

Şandeya dadgehê biryar da ku nûçegihan Pinar Tarlak were berdana û navên dî girtî bimînin. Danişîn taloqî 6’ê Kanûnê bû.

Nûçegihanên gritî: Îshak Yasul (Midûrê Karê Nivîsê), Hîcran Urun (Edîtor), Mehmet Alî Çelebî (Edîtor), Reyhan Haciolu (edîtor), Îhan Yaşar (xwediyê îmtîyazê)

Nûçegihanên ku bêyî girtî têne darizandin: Davut Uçar, Ersîn Çaksu, Fırat Benli, Gunay Aksoy, Onder Elaldı, Mizgîn Fendik, Ramazan Sola, Yılmaz Yildiz.