Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Doza Ozgur Gundemê: Têkoşîna me wê bidome

Rûniştina doza ku Prof. Dr. Fîncanci, rojnamevan Onderoglû û nivîskar Nesîn lê tên darizandin, îro dewam kir.

Doza li dijî Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û Raportorê Bîanetê Erol Onderoglû û Rojnamevan-Nivîskar Hamet Nesîn, ku ji ber piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê li wan hat vekirin, îro bi rûniştina duyemîn dewam kir.

Rûniştina dozê li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat û Fîncanci û Onder tevî parêzeran tevlî bûn. Gelek rojnamevan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî temaşeker li salona rûniştinê amade bûn.

Midûrê Karên Nivîsê yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya jî nanîn rûniştina dozê.

Piştî xwendina belgeyên ji dadgehê re hatin şandin, heyeta dadgehê bi hinceta ku îfadeya nivîskar Ahmet Nesîn nehatiye girtin, rûniştina dozê taloqî 21'ê Adarê kir.

FÎNCANCI: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Piştî rûniştinê, li ber li ber ediyeyê daxuyaniyek hat dayîn. Fîncanci li vir axivî û got, "Gelek rojnamevan ji ber ku rastî ragihandine, îro tên darizandin." Fîncanci da xuyakirin, ku ji rojnamevanên li derve bêhtir rojnamevan li girtîgehê ne û got, "Cihê em lê ne cihekî rast e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

ONDEROGLÛ: ME DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE ROJNAMEVANÎ KIR, EM Ê DÎSA BIKIN

Erol Onderoglû jî got, "Sendîkayên me di dema AKP'ê de ava nebûne. Em berî wan jî hebûn. Me rojnamevaniya xwe di nava her şert û mercî de kir, em ê ji niha û pê ve jî bikin. Em Tirkiyeyeke welê dixwazin ku mafên mirovan lê neyên binpêkirin û bi biryarnameyan jiyan neyê herimandin. Ji bo vê em têdikoşin. Em vê têkoşîna xwe jî bidomînin."

GUL: BILA ÊDÎ ROJNAMEVAN JI GIRTÎGEHÊ Û SALONÊN DADGEHAN BÊN DERXISTIN

Nûnerê Enqereyê yê rojnameya Cûmhûriyetê Erdem Gul got, "Belê, dibe ku em endamê rêxistinekê bin. Em endamê rêxistinên rojnamevaniyê ne. Bila êdî rojnamevan ji girtîgehan û salonên dadgehan bên derxistin."

BERBEROGLÛ: EV YEK DOZA MEDYAYÊ YE

Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû got, "Em ji vê heyeta dadgehê tiştekî cuda hêvî nakin. Ev yek doza medyayê ye, ne rêxistineke çekdarî."

SEKRETERÊ RFS: MAF Û AZADÎ TÊN TALOQKIRIN

Sekreterê Giştî yê RSF'ê Chrîstophe Deloîre got, "Rûniştin îro careke din hat taloqkirin. Ya hat taloqkirin, demokrasî, mafên mirovan û azadiya ramanê ye."

POLAT: EV KARÊ SERDEMÊN DARBEYÊ YE

Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî bibîr xist, 6 rojnamevan ev 18 roj in di binê çavan de ne û got, "Ev rewş di serdemên darbeyê de tê dîtin. Em bi fikar in. Bi fikar in ku dema binçavkirinê hê bêhtir bê dirêjkirin."

Edîtora ETHA'yê Arzû Demîr jî got, "Dozgerî li şûna ku îdîayan lêkolîn bike radibe hevalên me binçav dike."