Duwemîn rûniştina doza sereke ya “KCK”’e ku 122 girtî 205 siyasetedarên Kurd têde tên darezandin bi xwendina îdîanameyê didome.
Sala borî di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de li Stenbolê hatî birêve birin 122 jê girtî bi giştî 205 siyasetmedarên Kurd tên darezandin, rûniştina duwemîn li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ya li Sîlîvriyê destpê kir. Di rûniştinê de 3 kesên serbest tên darezandin tevlîbûn û 5 kesên bi serbet tên darezandin jî ji ber sedema pirsgirêkên tenduristî tevlî nebûn. Rûniştin bi xwendina rûpelê 791 yê îdîanameyê ku ji aliyê spîkerên TRT’ê ve hate xwendin destpêkir.