Dosteke hêja ya gelê Kurd li Hambûrgê jiyana xwe ji dest da

Şoreşgera Elman Beate Reîss ku ji destpêka salên 1980'î ve dosta têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû li Hambûrgê jiyana xwe ji dest da.

Şoreşgera Elman Beate Reîss a 63 salî, 5'e Sibatê li nexweşxaneya li Altonayê jiyana we ji dest da. Reîss demeke dirêj ji ber kanserê tedawî dibû. Reîss ku 40 sal bû dosta Kurdan bû, destek dida tevgera azadiyê ya Kurd.

Beate Reîss sala 1955'an li bajarê Osnabruckê ji dayik bû û sala 1980'î gelê Kurd nas kir. Sala 1984'an bi pêşengiya Huseyîn Çelebî tevlî koma piştevaniya têkoşîna azadiyê bû û piştre her sal cihê xwe di naa delegasyona Newrozê de girt ku ji Elmanyayê diçû Kurdistanê.

Reîss gelek caran serdana gerîlayên Kurd kir. Sala 1991'ê çû Akademiya Mahsûm Korkmaz û li vê derê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê nas kir.

Şoreşgera Elman Reîss, ji ber ku tevlî çalakiyên piştevaniya bi tevgera Kurd re bû, hem li Tirkiyeyê hem jî li Elmanyayê gelek caran bi dewletê re li ber hev rabûn û hate binçavkirin. Tevî vê yekê jî piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd dewam kir.

Li ser wefata Reîss, ISKU, Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê û Meclîsa Gelê Kurd a Hambûrgê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de ku li malpera servîsa Elmanî ya ANF'ê cih girt, saziyan diyar kirin ku wefata Reîss ji bo têkoşîna gelê Kurd windahiyek e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Reîss jiyana xwe diyarî edalet û azadiyê kir û hat gotin, "Ji bo wê ya herî girîng piştevaniya gelê Kurd bû. Serdanên heyetan organîze dikir, alîkarî kom dikir, îmze kom dikir, pêşengî ji lidarxistina çalakiyan dikir. Nebûna wê bi taybetî li Hambûrgê wê di piştevaniya Kurdistanê de rê li ber valahiyeke mezin veke."

18'ê Sibatê roja Yekşemê wê Meclîsa Jinê ya Hambûrgê û Reîss merasîmeke hevpar a bîranînê li dar bixin.