BI DÎMEN

Dolzer: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi çalakiyeke rasteqîn heye

Siyasetmedarê Elman Martin Dolzer diyar kir ku nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê nîşandan têrker nîne û got, "Çalakiyeke rasteqîn divê, tenê bi îmzeyan, bi gavên sembolîk nabe."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Nêzî 4 sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Siyasetmedarê Elman Martin Dolzer li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Martin Dolzer anî ziman ku tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye û got, "Di hemû serdemên çend sed salên dawî de kesek tine bû ku sê salan an jî demeke hîn jê dirêjtir serdana wî nehate kirin an jî dengê wî nehate bihîstin. Di vê tecrîdê de bêguman tiliya hikumeta Tirk heye. Beriya her tiştî rejîma Erdogan naxwaze pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane çareser bike.

Em vê yekê ji gelek aliyan ve dibînin. Mînak bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên qedexekirî, komkujiyên bi balafirên bêmirov ên li Rojava tê kirin, kuştina bêdaraz, mîna doza Kobanê polîtîkaya li dijî girtiyên siyasî tê meşandin vê yekê radixe pêş çavan. Û em vê yekê bi taybetî di polîtîkaya dijî Abdullah Ocalan de dibînin, ji ber ku Abdullah Ocalan ew kes e ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane çareser bike."

Martin Dolzer anî ziman ku ev tecrîd hewldanek ji bo astengkirina çareseriyeke siyasî ye û got, "Neteweyên Yekbûyî, Ewropa, civaka navneteweyî li hemberî vê tecrîdê helwesteke şênber nîşan nadin. Di serî de CPT û yên din, ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê zexteke rasteqîn li ser hikumeta Tirk bikin. Lewma divê CPT serdana Ocalan bike û di heman demê de dewletên rojavayî hemû, hikumetên hemû dewletên NATO'yê divê vê bikin, ji ber ku Tirkiye parçeyek ji NATO'yê ye. Hikumeta DYE, hikumeta Elman, hikumeta Fransayê, hemû hikumetên NATO'yê yên ku dibêjin ew dilsozê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e, ne tenê biçin serdanê di heman demê de divê zextê bikin ku parêzer karibin serdana Ocalan bikin, xizmên wî, xizmên mehkûmên din karibin bi rêk û pêk serdanê bikin."

Li ser kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmeha 2023'an hate destpêkirin û hîn jî dewam dike Martin Dolzer got, "Bêguman ev tiştekî baş e. Yanî bêguman erênî ye. Hin mirov hene ku hin tiştan dikin, bêguman mirovên ku piştgiriyê didin tevgera Kurd, piştevaniyê bi tevgera Kurd re dikin, hin humanîstên ku kampanyayên bi vî rengî dimeşînin hene. Ev yek pêwîst e, tiştekî baş e û divê qet nesekine, her wiha divê hîn berfireh bibe. Divê hîn bêhtir mirov tevlî bibin. Ne tenê şexs, di heman demê de aktorên mîna rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî tevlî vê kampanyayê bibin. Bi dîtina min di vir de tiştekî bi vî rengî heye, tevlîbûn bi tenê têrê nake, di pratîkê de divê hin gav bêne avêtin, ji ber ku tiştekî gelekî cuda ye. Ez îmzeyekê diavêjim û bi kesên ku ji bo hinekan îmzeyan diavêjin di astekê de têkiliyên min hene. Lê belê piştre divê çalakiyeke rasteqîn bê kirin. Ne tenê bi îmzeyê re sembolîk be, divê çalakiyeke rasteqîn bê kirin.

Mînak Die Linke yan jî Bundnis Sahra Wagenknecht, ya jî Francis Homies, mîna yên din ên PCF ên li Fransayê, yan jî derdora çepgirt, humanîst, mîna Sosyal Demokratên li Swêdê divê zextekê li hikumeta Tirk bikin. Ji bo guhertina hin tiştan divê zextê bikin."