Ji çalakvanên Meşa Dirêj bîranîna şehîdan

Ciwanan ku roja sêyemîn a meşê li Dortmûndê dewam kirin, ji bo bîranîna şehîdan çalakiyek lidar xistin. Di bîranînê de soz hate dayin ku têkoşîna şehîdan hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Çalakgeran roja sêyemîn a Meşa Dirêj bi dawî kirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, destpêkê endama Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Şîlan Pelşîn axivî. Pelşîn anî ziman ku ew Meşa Dirêj di heman demê de ji bo Şehîd Rustem, Tavîn, Berjîn, Lecwan, Dîdar û gelek şehîdan lidar dixin û got, "Vê rêyê ew gihand jiyana rasteqîn, çiyayên Kurdistanê yên rastî. Li navenda sîstema kapîtalîst dîtin ku jiyana wê ne hêja ye û berê xwe dan lêgerîna li azadiyê. Meşa Dirêj mîrateya van şehîdên me ye."

Piştre dayika şehîd, Ayten Sunger axivî û got, "Em careke din soz didin ku em ê cîhaneke azad a ku xeyala wan bû, ava bikin." Ayten Sunger li dijî pêla faşîzmê ya bilind bûye bana têkoşînê li ciwanan kir.

Bavê şehîd, Xoşnav Ata jî destnîşan kir ku ji bo hilanîna tola her şehîdî, bersiva herî bedew a li hemberî dijmin pêşvebirina têkoşînê ye. Ata diayr kir ku dewletên dagirker bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla dikin, bi teknolojiya ji Ewropayê werdigirin êrîş dikin û destnîşan kir ku divê ciwan têkoşîna mîrateya şehîdan her roj hîn bêtir bi rêxistiniyê xurt bikin.

Hozan Comerd ku di heman demê de bavê du şehîdan e, anî ziman ku meşa şoreşê meşa heqîqet û azadiyê ye, meşa şehîdan e. Hozan Comerd ciwanên li ser rêya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dimeşin silav kir.

Piştî axaftinan sînevîzyona ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîdan hate nîşandan.

Rustem Serhed di dawiya bîranînê de axivî û diyar kir ku wê têkoşînê hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Bîranîn bi strana 'Ez şehîd im' a Hozan Comerd bi dawî bû.

Meşa Dirêj a Ciwanan wê îro li bajarê Essenê dewam bike.