BI DÎMEN

'Ji bo azadiya Rêber Apo û rûmeta xwe tevlî festîvalê bibin'

NAV-BEL, CDK-F û Awûstûrya Civaka Azad bang li gel kirin ku 21'ê Îlonê beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a 32'yemîn bibe û xwedî li çand, ziman û azadiya gelê Kurd derkeve.

BANGA JI BO FESTÎVALÊ

Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL), Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Awûstûrya Civaka Azad li ser amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê ji ANF'ê re axivîn.

Hevserokê NAV-BEL'ê Torî Orak anî ziman ku wê ji bajarên Liege, Verviers, Bruksel, Charleeroi û Antwerpenê ji bo tevlîbûna li festîvalê wesayitan bişînin û got, "Werin em bi hev re dest bidin hev û xwedî li rûmeta xwe derkevin. Werin em govenda berxwedanê mezin bikin."

Orak bi dewamî got, "Li dijî êrîşên dagirkeran û xeta xiyanetê gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Dewletên dagirker û xeta xiyanetê dixwazin azadî û statuya Kurdistanê asteng bikin. Di vê dema zehmet de li dijî qedexeyên li ser çand û zimanê gelê Kurdistanê, ji bo xwedîderketina li hebûn û nasnameya xwe em govenda azadî û berxwedanê mezin bikin. Em govenda azadî ji Rêber Apo re mezin bikin. Em bang li civaka Kurdistanê ya li Belçîkayê dikin: Werin tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn bibe."

'JI BO XWEDÎDERKETINA LI ZIMAN, ÇAND Û RÊBERÊ XWE TEVLÎ FESTÎVALÊ BIBIN...'

Hevseroka CDK-F'ê Xanê Akdogan diyar kir ku ji Bakurê Fransayê ku Parîs û bajarên li derdorê di nav de ne wê bi 30 otobusan tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Navneteweyî bibin.

Xanê Akdogan got, "Em bang Kurdistaniyên bi rûmet û gelê xwe yê hêja yên li Bakurê Fransayê dikin: Em di festîvala 32'yemîn a li Frankfûrtê de li hev bicivin. Em tevlî festîvalê bibin. Îro çand û zimanê Kurdan têne qedexekirin. Em xwedî li ziman, çand û Rêberê xwe derkevin. 42 meh in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Em tecrîda li ser Rêber Apo ya 26 salan bişikînin, ziman û çanda xwe biparêzin. Bi vê hestê û vî fikrî banga tevlîbûna ji bo festîvalê dikim."

Hevserokê Awûstûrya Civaka Azad Ahmet Zîrek got, "Bi dehan wesayitan em ê tevlî festîvalê bibin. Heta niha ji Awûstûryayê 200 kesî ragihandiye ku wê tevlî festîvalê bibin. Lê belê karên me dewam dikin û heta roja birêketinê wê ev hejmar zêde bibe."

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên li Hollandayê (DEM-NED) Bêrîvan Laçîn jî ragihand ku wê ji bajarên Den Haag, Rotterdam, Rijnhal Arnhem û Amsterdamê otobusan bi rê bikin û ji ber Navendên Civaka Demokratîk a Kurd bi rê bikevin.