Dîlgirtî revandin Tirkiyê, cezayê mûebetê lê hate birîn
Çîçek Kobanê ya di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê ya Cotmeha 2019’an de dîl hate girtin û revandin Tirkiyê. ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve cezaya girankirî ya mûebetê lê hate birîn.
Çîçek Kobanê ya di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê ya Cotmeha 2019’an de dîl hate girtin û revandin Tirkiyê. ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve cezaya girankirî ya mûebetê lê hate birîn.
Dewleta Tirk di êrîşên dagirkirinê yên sîstematîk ku 9’ê Cotmeha 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî de, li gundê Mişrefa Eyn îsayê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) dîlgirtî revandibû.
Çîçek Kobanê li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê ku lê dihat girtin, tevlî runiştina dozê bû.
Parêzera wê Hidayet Enmek ji bo rewşa mûwekîla xwe bizane wiha got: “Dema ku mûwekîla min hatî girtin ti madeyên teqemenî pêre nebû. Ruxmê ku ti çalakî pêk ne anî jî lê êrîşî wê kirin û birîndarbû. Ji bo wê jî pêwîste em wê bibînin.”
Parêzera Kobanê bertek nîşanî pêkanînên dewleta Tirk da û got: “Dema ku ev dosya hate rakirina dadgehên navnetewî wê rastiya wê were zanîn. Mûwekîla min ji Sûriyeyê ye. Ji ber ku li dijî vî welatî ti çalakiyên wê nîne, ez daxwaza azadiya wê dikim.”
Piştî navberek kurt ya rûniştina dozê heyeta dadgehê Dozgîn Temoyê bi hinceta “Xirakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat” cezaya giran a mûebetê û bi îdîaya “Zilam kujerî” 10 sal û 10 meh cezaya girtigehê lê birî.
Parêzera Temoyê diyar kir ku wê serî li dadgehek bilindtir bidin.