'Têkoşîna gerîla wê di sala 35'an de sîstema qirker têk bibe'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a li ser bingeha pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin, ji aliyê îdeolojîk, siyasî û civakî ve dewleta Tirk têk biriye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di gotara xwe de ku li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê nivîsî, Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand.

Karasû bi wesîleya salvegera 34'an a pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an, di şexsê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Karasû diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn guherî û rêyeke nû da ber dîroka siyasî û civakî ya Kurdistanê. Mûstafa Karasû da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê mohra xwe li dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn xist û guhertinên girîng pêk anî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû işaret bi berxwedana mezin a gerîla kir ku di sala 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê dewam dike û got, "Mêtingeriya qirker bi hemû derfetên xwe êrîşî gerîla dike. Xurtbûna gerîla û zêdebûna bandora siyasî ya gerîla, qirkeriya mêtinger ditirsîne. Ji ber vê yekê jî şerê li dijî gerîla weke şerê serxwebûn û mayindebûnê dibîne. Lê belê heta niha ti êrîş bi ser neketin û van êrîşan jî Tirkiye ji aliyê siyasî û aborî ve xiste nava rewşeke îflasê. Şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd, dewleta Tirk ji aliyê siyasî û aborî ve tengav kiriye. Gerîla wê bi têkoşîna xwe ya sala 35'an re sîstema qirker a tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê têk bibe."

Di dewama nivîsa xwe de Karasû destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a li ser bingeha pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin, ji aliyê îdeolojîk, siyasî û civakî ve dewleta Tirk têk biriye.

Karasû da xuyakirin ku mêtingeriya qirker ji her alî ve teşhîr bûye, li pêşberî xeta azadî û demokrasiyê ji aliyê îdeolojîk ve têk çûye û wiha dewam kir: "Sîstema siyasî ya qirker mêtinger ketiye rewşeke welê ku nema dikare bidome. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo rizgariya li Tirkiyeyê bûye yekane rêya siyasî. Tirkiyeyê civaka Kurd winda kiriye. Sîstemeke ku ji aliyê îdeolojîk, siyasî û civakî ve têk çûye, ne pêkan e ku tenê bi hêza leşkerî ya jî bi hin derfetan li ser piyan bê hiştin. Mêtingeriya ku di warê îdeolojîk, siyasî û civakî de têk çûye wê ji aliyê leşkerî ve jî li bin bikeve. Encama vê yekê jî wê demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê be. Têkoşîna sala 35'an a gerîla wê rê li ber encameke wiha ya dîrokî veke."