Di Roja Mafê Mirovan de êrişa polîsan: 18 binçavî

Di Roja Mafê Mirovan de êrişa polîsan: 18 binçavî

Di 63’emîn salvegera Beyanameya Gerdunî ya Mafê Mirovan a 10’ê Berfanbarê de li Tirkiyeyê binpêkirina mafan didome. Piştî êrîşa li hemberî Qerekola Polîsan a Yenîbosna Nebîha Araci bi giranî birîndar bû hat binçavkirin. Malbatên TAYAD’iyan ku bi armanca piştgiriyê li ber nexweşxaneyê hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin û 18 kes binçavkirin.

Malbatên TAYAD’î bi armanca piştgiriyê bidin Nebîha Araci ya ku piştî êrîşa Qerekola Polîsan a Yenîbosna hatin binçavkirin, rastî êrîşa polîsan hat. Piştî êrîşe girseyê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de gotinên dewleta tirk yên der barê mafê mirovan de bi bîr xistin û wiha got: “Em dê her tim gotinên wisa ji dewleta tirk bibîhizin. Lê rastiyên jiyanê jî hene. Em dema em li ber nexweşxaneyê li benda şoreşgerekê bûn û em xwedê lê derketin em rastî êrîş û îşkenceya polîsan hatin.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Welatê me êdî ketiye rewşa welatekî ku îşkence bi awayeke rutîn pêk tê. Ya piştre li Fehat Gerçek xist, ya Engîn Çeber qetil kir ev dewlet e. Û îşkence bi destê dewletê tê kirin. Îro di roja Mafê Mirovan a Cîhanê de em hatin binçavkirin. Em ji bo ku Nebîha Araci neyê qetilkirin û em xwedî lê derkevin li ber nexweşxaneyê bûn. Lê polîsan êrîşê me kir. 18 kes hatin binçavkirin. Tu hêzek dê xwedî derketina li ewladên me asteng neke. Em destûrê nadin hu şoreşgeran qetil bikin. Em ji jiyana Nebîha bi fikarin. Ligel ku bi giranî birîndar bû li serê wê dabûn û serê wê şkestibû. Bi kelepçeyê anîn nexweşxaneyê

Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne; Mustafa Dogru, Deniz Şah, Denîz Kabak, Sultan Kaydir, Ayfer Ruzgar, Ali Araci, Huseyîn Kaşkir, Fatma Varici, Yusuf Kul, Kemal Avci, Rasim Ozdemîr, Guneş Seferoglu, Kadir Bayram, Emrah Uykul, Yakup Işik û Onur û Ercan ku paşnavê wan nayê zanîn hatin binçavkirin..

Di 8’ê kanûnê de li hemberî Qerekola Polîsan a Yenîbosna êrîş pêk hat. Nebîha Araci bi giranî hat binçavkirin. Malbatên TAYAD’î bi armanca piştigriyê bidin wê çibûn ber nexweşxaneya Okmeydaniyê.