Piştî ku aşkere bû ku di nava artêşa Tirk de tenê di 5 salan de 491 leşker xwe kuştine, hat ragihandin ku di 5 salan de 129 leşker di encamên qezayên çekan de mirine.
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirk ve hatin aşkerekirin, di navbera salên 2007-12 de 129 leşker di encama qezayên çekan de mirin.
Hat diyarkirin ku di van 5 salan de 1108 leşkerên ku li ser peywira xwe bûn mirine, ji vana 263 subay, astsubay, 845 leşker û serleşker in.
Di nava sedemên mirina leşkeran ên di dema leşkeriyê de xwekujî di rêza yekemîn de ye. Hêjayê gotinê ye ku dema şer û pevçûn zêde dibin hejmara leşkerên “xwe dikujin” jî zêdetir dibin.